Dadgeha Federal jihevxistina parlementoyê red kir

Dadgeha Federal a Iraqê di civîna xwe ya îro de daxwaza jihevxistina parlementoya Iraqê red kir. Ji bo rêgirtina xwepêşandan û çalakiyan jî hêzeke zêde yên ewlehiyê li nava Herêma Kesk a Bexdayê hatine belavkirin û deriyên ketina Herêma Kesk hatine girtin.

Dadgeha Federal jihevxistina parlementoyê red kir
7 îlon, 2022   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îro Dadgeha Federal a Iraqê ji bo biryarê li ser giliyê Tevgera Sedir a ji bo jihevxistina parlementoya Iraqê bide civiya.

Piştî civînê, ji aliyê Dadgeha Federal ve daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, dadgehê di civîna îro de daxwaza ji bo jihevistina parlementoyê red kir. Her wiha hat gotin yasayên dadgeha federal sînordar in û jihevxistina parlementoyê nagire nava xwe.

Piştî vê daxuyaniyê ji ber egera her nerazîbûn û xwepêşandanek li dijî biryarê, hêzeke zêde ya ewlehiya li Herêma Kesk a Bexdayê hat belavkirin û tevayî deriyên ketina Herêma Kesk hatin girtin.

Tevgera Sedir ji bo jihevxistina Parlamentoya Iraqê li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî kiribû. Sedema giliyê Tevgera Sedir jî ew bû ku parlamneto nekariye di nava dema destûrî de serokkomar hilbijêre û hikumetê bide avakirin.

Sedir ji Dadgeha Federal xwestibû biryara li ser dûbare hilbijartina pêşwext ya parlamentoya Iraqê bide.

Hêjayî gotinê ye beriya niha 4 caran civîna Dadgeha Federal ya Iraqê ya ji bo jihevxistina parlamentoyê, hatibû paşxistin.