​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roja 27`an de didome

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê bal kişand ser komployên li ser Sûriyê û diyar kir ku armanc ji van komployan projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got "Pêkhateyên herêmê bi hevgirtina xwe dê hemû êriş û komployan têk bibin."

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roja 27`an de didome
7 îlon, 2022   12:53
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Komserîya Kar û Barên Penaberan a NY’yê li Qamişloyê dewam dike.

Çalakî ji aliyê HPC-Jin û Kongra Star ve ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga girtina qada hewayî ya herêmê di roja 27`an de dewam dike.

Îro endamên Hêzên Parastina Civakî yên navçeya Til Koçerê û bi dehan şêniyên Qamişloyê tev li çalakiyê bûn.

Endamê rêveberiya HPC’ê ya li Til Koçerê Etiye Xidir El Selmo axivî û got: "Komploya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, mînaka wê jî dagirkeriya Tirk rojane ji eniyên li herêmên dagirkirî bi top û balafirên bêmirov êrişî herêmên me dike."

Etiye El Selmo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navneteweyî û dewletên garantor bajarên ewle topbaran dike û wiha domand: "Civîn û hevdîtin di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de ji bo destwerdana Sûriyê çêdibin, ev jî komployên nû yên li ser herêmê yên ji bo derbekirina jiyana aştiyane û demokratîk ên li herêmên eşkere dike.''

El Selmo diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk hevgirtî ne û rê nadin tu kesî ku êrişî herêmên wan bikin û bang li rêxistinên hiquqî kir ku zextê li rejîma faşîst a Tirk bikin, her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(eh)

ANHA