Li kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin

Di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyekî DAIŞ'ê girt. Çeteyî cilên jinan li xwe kiribûn û her wiha çekeke AK-47 jî pê re hate desteserkirin.

Li kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
7 îlon, 2022   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hêzên me di operasyona lêgerînê ya li kampa Holê de, îro endamekî şaneyên DAIŞ'ê ku cilên jinan li xwe kiribûn, li kampa Holê girt. Her wiha li nêzî cihê girtina wî terorîstî çekeke AK-47 desteser kir."

ANHA