Di roja 13'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 25 çeteyên din hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja 13'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 25 endamên din ên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin. Her wiha gelek çek hatine desteserkirin.

Di roja 13'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 25 çeteyên din hatin girtin
7 îlon, 2022   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 13'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di operasyonên lêgerîn û teftîşê yên roja 13'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, 25 endamên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin, di nava wan de 9 jin bûn û 7 konên ku şaneyên DAIŞ'ê ji bo perwerde û îşkencekirinê bi kar dianîn, hatin rakirin.

Her wiha 4 cercûr û cebilxaneyên kalaşnîkovê, 4 çenteyên leşkerî û harddîskek ku çalkirî bûn, hatin desteserkirin.”

ANHA