​​​​​​​Ji ber ambargoya li ser Şehbayê derman peyda nabin û nexweşî zêde bûne

Di demekê de ku hikumeta Şamê ambargo li ser kantona Şehbayê şidandiye û derman li nexweşxane û navendên tenduristiyê peyda nabin, nexweşî di nava koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê de gelekî belav dibin.

​​​​​​​Ji ber ambargoya li ser Şehbayê derman peyda nabin û nexweşî zêde bûne
7 îlon, 2022   05:48
ŞEHBA-CUDÎ SÎPAN

Ji nîvê meha Tebaxê de hejmareke mezin ji koçberên li kantona Şehbayê azarên nexweşiyan dikişînin ku ya herî zêde berbelav jî îltîhaba roviyan e.

Di çend rojên derbasbûyî de li Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê û navendên tibî yên Heyva Sor a Kurd di nav zarok û mezinan de rêjeya nexweşiya îltîhaba roviyan zêde bûye. Hikumeta Şamê jî ambargo li ser kantonê ferz kiriye û di encamê de derman li nexweşxane û navendên tibî tune ne. Li aliyekî din jî behsa belavbûna nexweşiya kolera tê kirin.

Ji ber îltîhaba rovî û mîdeyê zarok û mezin bi navçûnê ketine ku ji ber kêmasiya dermanan ev nexweşî dibe ku bibe sedema mirinê jî.

Li gorî lêkolînên tibî yên cîhanê, zarokên li welatên ku şer û koçberî lê heye, bêhtir bi xetereyê û nexweşiya îltîhaba roviyan re rû bi rû ne, ji ber ku jîngeh qirêjî dibe û di encama kêmbûna lênêrîna pêwîst de, salane derdora 2 milyon zarok pê dimirin.

Şêniyên li kantona Şehbayê azarên nebûna dermanan dikişînin, her wiha di dirêjahiya salên derbasbûyî de bi şer û wêrankirina binesaziyê re rû bi rû man, bi wê re jîngeh qirêjî bû û herî zêde zarok bi xetereyê re rû bi rû man.

Beriya çend rojan pileya germahiyê li kantona Şehbayê gihaşt 41’an, vê jî azara koçberên li kampan zêdetir kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab ji ajansa me re behsa nexweşiyên demsalî kir ku piraniya wan di demsalên havîn û zivistanê de belav dibin û got: "Havînê ji ber bilindbûna pileya germahiyê yan jî bi rêya av û xwarina qirêjî, nexweşî belav dibe."

Şebab anî ziman ku di nîvê Tebaxa derbasbûyî de gelek welatî ji ber vîrusa ku bi rêya av û xwarina qirêjî belav dibe, bi nexweşiya îltîhaba roviyan ketine.

Şebab destnîşan kir ku sedema bilindbûna rêjeya nexweşiya îltîhaba roviyan li Şehbayê, ew e ku binesaziya herêmê xirab bûye, nexasim ava ku demeke dirêj di depoyan de dimîne, dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Der barê belavbûna kolerayê de jî, Şebab got: "Ne dûr e kolera bi rêya vegirtinê yan jî îltîhaba roviyan belav bibe, lê heta niha tesbît nebûye ka kolera ye. Ji ber ku nîşane heman in."

Şebab da zanîn ku wan bi hevkariya Desteya Şaredariyan dikanên bazirganiyê û xwaringehên li bazarê dewriye pêk anîne da ku xwarinên servekirî binixumînin. Her wiha belavok li welatiyan belav kirin da ku li paqijiya xwe û ya giştî haydar bin.

Li gorî daneyên Nexweşxaneya Avrîn ji 20`ê meha Tebaxa derbasbûyî ve bêhtirî 100 kes bi vê nexweşiyê ketine ji wan 31 zarok in.

(eh)

ANHA