​​​​​​​El Mihbaş: Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye

Ebid Hamid El Mihbaş di şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser de diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye û got “Vê projeyê yekitiya xaka Sûriyê parast û dema hikumeta Şamê dev ji wan berda, Rêveberiya Xweser şêniyên herêmê parastin.”

​​​​​​​El Mihbaş: Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye
6 îlon, 2022   12:41
REQA

Di şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El Mihbaş axivî. El Mihbaş îşaret bi destkeftiyên rêveberiyê ku piştî damezirandinê li herêmê bi dest xistine, kir.

El Mihbaş wiha axivî: "4 sal di ser damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bû, ji dema damezirandinê ve ber bi avakirin, pêşketin û afirandinê ve çû ku ji aliyê têkoşeran ve hate birêvebirin. Van têkoşeran bi berpirsyarî û girêdana nîştimanî nêzîkî doza welat û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn."

El Mihbaş diyar kir ku damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girîngtirîn encamên Kongreya 3`yemîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bû ku di 16`ê Tîrmeha 2018`an de li Tebqayê li dar ketibû.

Ebid El Hamid El Mihbaş wiha axaftina xwe dewam kir: "Em îro salvegera 4`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz dikin ku di hevsengî û hesabên Sûriyê de rola wê mezin e. Îro jî bûye sîstemeke siyasî, leşkerî û îdarî.”

'DEMA REJÎMÊ DEV JI ERKÊN XWE BERDA, EV RÊVEBERÎ HATE DAMEZIRANDIN'

El Mihbaş destnîşan kir ku dema rejîmê li Sûriyê nema li van herêman parastina gelê Sûriyê nekir, ji herêmê vekişiya û herêm bi êrişên rêxistinên terorîst ên tundraw yên mîna El Nusra û DAIŞ`ê re hişt, ev rêveberî hat damezirandin û got: “Rêveberiya Xweser parastina herêmê û pêkhateyên din ên Sûriyê yên Ii vê herêmê kir, wan jî ji bo rizgarkirin û parastina vê xakê fedakariyên mezin kirin.”

XIZMET Û DESTKEFTÎ

El Mihbaş îşaret bi destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû saziyên xwe bi dest xistine, kir û got: "Rêveberiya Xweser ji dema hate damezirandin û heta îro di hemû waran de xizmet ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir, çi di qada tibî de be yan jî çandî û perwerde û piştgiriya mirovî ya ji penaberên li kampan û derve."

El Mihbaş got: "Qadên wêran bûbûn ji nû ve hatin avakirin, sîstemên enerjiyê, bendav û peywendiyan hatin xebitandin. Her wiha qada tenduristiyê hate avakirin ku îro zêdetirî 23 nexweşxaneyên giştî, 79 nexweşxaneyên taybet û 129 navendên tibî hene ku bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dike. Di heman demê de hezar û 822 dermanxane, 20 stasyon û kargehên oksîjenê û taqîgeha PCR a taybet bi nexweşên COVID-19 û Nexweşxaneya Dil û Çavan heye ku bê pere xizmeta şêniyan dike."

El Mihbaş anî ziman ku binesaziya warê çandiniyê jî hate avakirin, depo, aş û projeyên avdanê û yekîneyên şêwirê yên taybet bi çandiniyê jî hatin aktîfkirin û wiha dewam kir: “Niha jî zêdetirî 50 yekîne hene û du saziyên tov û Lêkolînên Zanistên Çandiniyê hene. Di heman demê de berhemên çandiniyê ji cotkaran dikirin û hewcedariyên wan ên têkildarî mewsiman dabîn dikin.

Her wiha stasyonên ava vexwarinê û kanalîzasyonê, baxçe, şaredarî û navendên xizmetguzariyê û kargehên qîrkirinê hatin avakirin. Îro 132 şaredarî, 47 navendên xizmetguzarî û 10 karegehên qîrkirinê hene. Li aliyekî din jî projeyên stratejîk û girîng jî hene ku rêyên herêmên Rêveberiya Xweser qîr bike.”

Ebid Hamid El Mihbaş da zanîn ku gelek kargehên wan hene, jê kargeha zeytê, tekstîl, penêr û şîr, semad, givaştina zeytûnan û kargeha guvaştina garis ku şênî debara xwe pê bikin.

PERWERDE

El Mihbaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser dibistan ji nû ve sererast kirin hejmara dibistanên aktîv 4 hezar û 797 e, ku tê de 42 hezar û 187 mamoste û 86 hezar û 728 xwendekar hene. Hejmara dibistanên piştî şer hatin sererastkirin ji esilê 728`an 380 ji nû ve hatine amadekirin, anku 348 dibistan hîn nehatine sererastkirin. Di heman demê de Rêveberiya Xwendina Bilind 3 zanîngeh vekirin ku ew jî Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq a li Reqayê ye. Niha jî derdora hezar û 560 xwendekar û 400 mamsote lê hene.

ASTENGIYÊN EWLEHIYÊ

El Mihbaş bi bîr xist ku “Rêveberiya Xwerser ji berê de û heta niha rastî gelek astengiyên hundirîn û derve hatiye, wekî kêmbûna derfetên madî yên pêwîst ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji gel re bi awayê tê xwestin. Her wiha astengiyên ewlehiyê û hewldanên têkbirina istiqrara li herêmê, ji ber hebûna şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û yên girêdayî ajandeyên din. Her wiha hejmarên mezin yên koçberên li kampan û deverên din û pêdiviyên wan ên mirovî ku ji ber dagirkeriyê û ji hermên din ên Sûriyê koç kirine.

El Mihbaş wiha dewam kir: “Her wiha barên ku Rêveberiya Xweser ji ber hebûna bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan li herêmên me, radike. Ligel nebûna rola civaka navneteweyî di vê derbarê de, bandorên neyînî yên belavbûna şewba Koronayê, siyaseta ambargoyê, girtiyên dergehên mirovî wekî Dergehê Til Koçer ku aloziya mirovî kûrtir kir û koçber, penaber û xizan ji alîkariya mirovî bêpar hişt.”

El Mihba] herwiha bal kişand ser qutkirina ava çemê Firatê û stasyona Elokê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyan ve û got, ev yek li dijî lihevkirin û peymanên mirovî û navneteweyî ye. Her wiha îşaret bi gef û destdirêjiyên dewleta Tirk ên dodmar li dijî herêmên Rêveberiya Xweser kir, nexasim êrişên vê dawiyê, êrişên hewayî yên bi balafirên bêmirov û hedefgirina endam û rayedarên Rêveberiya Xweser û desteka kêm a ku civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî pêşkêş dikin.

El Mihbaş tekez kir ku tevî van astengiyan jî, lê biryardarî û îsrara wan a xizmetkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

El Mihbaş wiha axaftina xwe domand: “Di vê derbarê de, gelek qanûnên taybet bi karê rêveberiyê, aborî û darayî hatin amadekirin. 31 qanûn ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hatin amadekirin û erêkirin. Her wiha gelek biryar, biryarname û zebtên îdarî ku qanûnan temam dikin, hatin amadekirin. Her wiha rêzeqanûn jî tên amadekirin.

Di dema niha de li ser temamkirina hevpeymana civakî li ser astê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xebitandin, da ku mafên hemû pêkhateyan, beşdariya fîlî û aktîv di saziyên rêveberiyê de bê misogerkirin, piştre hilbijartin bên lidarxistin da ku gel bi awayekî dirust nûnerên xwe di rêveberiyê de hilbijêre.”

PLANSAZÎ

El Mihbaş bal kişand ser planên ji bo siberojê jî û got: “Em li gorî nêrîneke plankirî ya desteya darayî planan datînin, bi hevkariya hemû aliyên peywendîdar re, da ku hawirdeyan zêde bikin û lêçûna giştî bi awayekî rast xerc bikin. Pê re em ê karibin budçeya veberhênan ji bo pêkanîna hejmareke mezin ji projeyan bi kar bînin, wekî projeyên tenduristî, ximzetguzarî, perwerdeyî, aborî û çandinî. Proje dê li gorî planeke sîstematîk, bên pêkanîn da ku ewlehî, istqrara û pêşketina mayînde li herêmên Rêveberiya Xweser pêk bê.”

BANGAWAZIYÊN DIYALOGÊ

El Mihbaş destnîşan kir ku ji berê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyalogê û danûstandina sûriyan wekî bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê dibîne û wiha pê de çû: “Sûriya ya hemû sûriyan e. da ku em xeyalên wan pêk bînin, dive Sûriye dewleteke demokratîk, pirrengî, nenavendî be. Divê em hemû bi mejiyeî nîştimanî bifikirin da ku xakên dagirkirî vegerînin bin serdestiya Sûriyê, ji Efrîn bigire û heta Idlib, Cerablus, Bab û Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê û vegera xwediyên wan misoger bikin.”

‘RÊVEBERIYA XWESER TU ROJAN NEBÛYE PROJEYEKE CUDAXWAZ’

El Mihbaş tekez kir ku Rêveberiya Xweser tu rojan nebûye projeyeke cudaxwaziyê, lê belê her projeyeke siyasî ya sûrî, nîştimanî û demokratîk a hemû sûriyan bûye û domand: “Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yek e. Serdestiya Sûriyê I başûr heta bakur, ji rojhilat û heta rojava, ji bo me xeta sor e.”

Ebid Hamid El Mihbaş spasiya hemû hêzên ewlekariyê kir yên ku aramî û îstiqrarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin.

El Mihbaş her wiha hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr anîn wekî Ferhad Dêrik, Riyad El Hefel, endezyar Mihemed Ehmed, Selwa El Seyd û tekez kir ku ew ê rêwîtiya ku bi hev re destpê kirine, bidomînin.

Şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi axaftinan dewam dike. Tê payîn ku bi navê QSD, MSD û mêvanên beşdar jî axaftin bên kirin.

ANHA