Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo

Li Qamişloyê roja duyemîn a Festîvala 2`yemîn a Mardoso ya Çand û Hunera Suryan li hola Aştî ya bajêr li dar ket.

Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo
Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo
Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo
Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo
Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo
Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo
Festîvala Mardoso gihaşt Qamişlo
4 îlon, 2022   19:39
QAMIŞLO

Duh festival li bajarê Hesekê dest pê kiribû û îro jî li bajarê Qamişlo berdewam kir. Tê de gelek berhemên hunerî yên çanda suryan hatin pêşandan.

Koma Dar Toma Nehryo, saziya Iliyas Henna, Folklor Iliyas Henna straneke suyranî pêşanda. Her wiha di festîvalê de koma Keşaf a Komeleya Çandê ya Suryan a Sûriyê berhemên xwe pêşandan.

Di festîvalê de, sînefizyonek têkildarî jiyan û rola helbestvan û nivîskarê suryan û cîgirê Desteya Çand û Hunerê Henna Henna di vejandina çanda suryan de hate pêşandan.

Di dawiya roja duyemîn a festîvalê de Yekitiya jinên Suryan pêşangehek li dar xist û tê de alavên ji çanda suryan pêşandan.

Tê payîn festival sibe li Qamişlo bi dawî bibe.

(dm)

ANHA