Li Nexwşxaneya Gel a Hesekê alava lîtotripsî ket xizmetê

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alava lîtotripsî (parçkirine kevirên di gurçikan de) a li Hesekê careke din xist xizmetê.

Li Nexwşxaneya Gel a Hesekê alava lîtotripsî ket xizmetê
4 îlon, 2022   10:40
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Di dirêjahiya 3 salên derbasbûyî de şêniyên kantona Hesekê û gundwarê wê ji ber tunebûna alavên dermankirina nexweşiyên guçikan zehmetî dikişandin. Ji ber vê jî nexweş neçar dima biçe Şamê yan jî parêzgehên din û bi lêçûkeke zêde xwe derman dikir.

Ev 3 sal in alava lîtotripsî (parçkirina kevirên di gurçikan de) xirab bûye. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev alav çaksaz kir.

Ji beriya heftiyekê ve ev alav li Nexweşxaneya Gel a Kantona Hesekê dixebite û rojane 6 saetan nexweşan pêşwazî dike.

Bijîşkê pisporê nexweşiyên gurçikan Mihemed Hemê ji ajansê re diyar kir ku piştî alava li Nexweşxaneya Gel a li bajarê Qamişlo, ev alava Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser dabîn kiriye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê duyemîn e.

Li kantona Hesekê rêjeya nexweşên gurçikan zêde ye, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava vexwarinê ya paqij ji dema bajarê Serêkaniyê 2019`an dagir kir qut kiriye û li hember wê welatî neçar dimînin avê ji çavkaniyên cuda vexwin.

Dr Mihemed Hemê anî ziman ku sedema derengmayîna çaksazkirina vê alavê diyar kir û got: "Alavên xirab bûbûn û nedihatin peydakirin û ji ber ambargoya li ser herêmê me nekarî van alavan derbas bikin."

Ev alav nexweşên temen biçûk û mezin derman dike. Her wiha ji bo nexweşxenên ji herêmên din ên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ye.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30`ê Îlona sala derbasbûyî li bajarê Qamişlo navenda diyalîzê vekir ku nexweşan bê pere derman bike. Ev navend ji du odeyan pêk tê di yekê de gurçik têne şûştin û di ya din de jî av tê paqijkirin, her wiha dermanxane jî heye ku dermanan bê pere bide û taqîgehek, heye.

(eh)

ANHA