​​​​​​​Kongra Star rêbazê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan şermezar kir

Kongra Star a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê kiryarên desthilata Tirk ên li hember welatiyên Bakurê Kurdistanê û rêbazê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan (Welat Çiya) şermezar kirin.

​​​​​​​Kongra Star rêbazê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan şermezar kir
3 îlon, 2022   12:27
KOBANÊ

Kongra Star a Kantona Kobanê li Qada Jina Azad a bajêr daxuyaniyek da. Beşdaran wêneyên şehîd Hakan Arslan rakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker nikare vîna wan tune bike, ji ber ku şopdarên rêya şehîdan û rêya rêber Abdullah Ocalan in.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Heta ku kesek ji me bimîne jî em ê li dijî zordariya faşîzma Tirk li ser gelê me pêk tîne, bisekinin. Îro hestiyên ewladên me di tûrekî biçûk de radestî me dikin ku me tune bikin, lê nizane ku em gelekî berxwedêr in."

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku ew ê gelê xwe li hember kiryarên dewleta Tirk hişyar bikin û li dijî planên dewleta Tirk bisekinin.

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk li hember ewladên wan ên di girtîgehan de pêk tîne, serî hildin.

Hêjayî bibîrxistinê ku hestiyên Hakan Arslan ê 2’yê Kanûna 2015’an dema Berxwedana Xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê de li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bûbû, piştî 7 salan di tûrekî de radestî bavê wî kiribûn.

(eh)

ANHA