​​​​​​​Penaberên li Kampa Roj bang li NY`yê kir ku kampan ji êrişên dewleta Tirk biparêze

Penaberên iraqî yên li Kampa Roj bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabin. Her wiha bang li Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku parastina kampan ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

​​​​​​​Penaberên li Kampa Roj bang li NY`yê kir ku kampan ji êrişên dewleta Tirk biparêze
3 îlon, 2022   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan penaberên iraqî yên li Kampa Roj a li başûrê rojhilatê Dêrikê ya kantona Qamişloyê, bi daxuyaniyekê ev bang kir: "Em bang li Komseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê dikin ku parastina penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bike."

Penaberê iraqî yê li kampê Salim Kurdî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi rola Rêveberiya Xweser û QSD`ê ya parastina penaberan hate kirin û wiha dewam kir: "Me berê xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê vekir û wê parastin, rûmet û hêviya jiyanê ji me û ji malbatên me re mîsoger kir û bi derfetên xwe yên kêm em hembêz kirin."

Di berdewama daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî hate kirin ku li dijî gefan bisekinin û bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabin. Her wiha bang li hikumeta welatê xwe kirin ku koorîdorên ewlehiyê vekin da ku vegerin warên xwe û dawî li azara ji ber koçberiyê bînin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li Komseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê hate kirin ku parastina penaber û koçberan bikin.

(eh)

ANHA