Li Somaliyê di êrişa El Şebabê de 17 kes hatin kuştin

Li herêma Hîran a Somaliyê di encama êrişa çeteyên El Şebab de 17 kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

Li Somaliyê di êrişa El Şebabê de 17 kes hatin kuştin
3 îlon, 2022   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Nîştimanî ya Somaliyê (SONNA) di encama êrişeke terorîstî ya çekdarên El Şebab ên girêdayî El Qaîdeyê ya li dijî wesayîtên veguhastinê yên rêwiyan li navenda parêzgeha Hîranê 17 kes hatin kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn.

Elmî Mihemed Birî yek ji rûspiyên xwecih ji Ajansa SONNA'yê re got: "Terorîstan li herêma Afer Irdûd a 25 kîlometreyan dûrî bajarê Beledweyn, çend wesayîtên rêwiyan ên girseyî rawestandin û piştre agir berda sivîlan û di encamê de jin û zarok jî di nav de, 17 kes hatin kuştin."

Elmî Mihemed Birî her wiha got ku ew wesayît ji Beledweyê ber bi devera Mehasê ve diçûn û madeyên xwarinê vediguhastin.

Çend roj berê, El Şebab bîrên avê û xetên pêwendiyê kirin armanc û wêran kirin, her wiha ferman da welatiyan ku wan deverên girêdayî herêma Behdo û gundewarên wê li parêzgeha Galgudud a li eyaleta Galmudug vala bikin.

(hs)