Komxebata şêwirî di roja duyemîn de dest pê kir

Beriya çend kêliyan bernameya roja duyemîn a dawî ya komxebata şêwîr ya li Reqayê dest pê kir.

Komxebata şêwirî di roja duyemîn de dest pê kir
3 îlon, 2022   09:02
REQA

Komxebat bi beşdarbûna 50 delegeyên jî kesayetên niştimanî, partiyên siyasî, hiqûqî û rêxistinên civaka sivîl li Hola Mişwar a bajarê Reqayê tê lidarxistin.

Bernameya roja duyemîn a komxebatê bi xwendina mijara navendîbûnê û girîngiya wê ji aliyê endama rêveber a nivîsgeha jinan a MSD'ê Zebiya El Nasir ve dest pê kir.

Tê payîn ku dê mijara sêyemîn ji aliyê beşdaran ve were nîqaşkirin û komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

ANHA