Dewleta Tirk di Tebaxê de hezar û 470 penaberên sûrî şandin Girê Spî

ANHA´yê belge kir ku dagirkeriya Tirk di Tebaxê de hezar û 470 penaberên sûrî şandin kantona Girê Spî ya dagirkirî da ku wan li herêmên dagirkirî bi cih bike û demografiya herêmê biguherîne.

Dewleta Tirk di Tebaxê de hezar û 470 penaberên sûrî şandin Girê Spî
3 îlon, 2022   09:21
EYN ÎSA

Di çarçoveya guhartina demografiyê de ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne, dagirkeriya Tirk beşa 5´an a penaberên sûrî bi rêya deriyê Girê Spî şandin Sûriyê. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide projeya xwe ya bicihkirinê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê; Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk bîne.

Dewleta Tirk di Tebaxê de hezar û 460 penaberên sûrî bi rêya deriyê Girê Spî şandin kantona Girê Spî û li malên koçberan ên li navenda bajêr, û bajarokên Silûk û Tirkmen bi cih kirin. Ew penaber ji Heleb, Xûta Şerqiye, Dêrazor û Idlibê ne.

ANHA´yê di demeke berê de belge kiribû ku dewleta Tirk 4 hezar û 181 penaberên sûrî li ser 4 beşan şandin kantona Girê Spî. Bi wê re hejmara giştî ya penaberan di 5 mehan de bû 5 hezar û 651.

Li gorî çavkaniyeke ji Girê Spî yê dagirkirî, ev penaber li malên koçberên Girê Spî bi cih bûne û li benda bidawîbûna avahiyên mêtingehiyê ne ku dagirkeriya Tirk bi pereyên şîrketên qeterî, kiwêtî û komeleyên Îxwanî ava dike. Ew avahî li bajarokê Eyn Eros, derdora kantonê ji aliyê rojava ve li nava zeviyên koçberan ku “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” desteser kirine, tên avakirin.

(fr)

ANHA