Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên pêş de bîlançoya hefteyekê ya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere dike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saetên pêş de têkildarî bîlançoya hefteyekê ya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, dê daxuyaniyekê bide raya giştî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên pêş de bîlançoya hefteyekê ya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere dike
1 îlon, 2022   10:37
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de li kampa Holê hate ragihandin. Pêngav heya van kêliyan bi baldariyeke mezin didome.

Di encama pengavê de heta niha gelek çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û kesên gumanbar hatin girtin. Her wiha gelek alavên kuştin û îşkenceyê, telefon û tablet, paketên cebilxaneyên çekên M-16, pere û belgeyên girêdayî DAIŞ`ê, cilên leşkerî û gelek alavên din di bin erdê de hatni dîtin. Her wiha di operasyonên lêgerînê yên li beşên kampê de gelek tunel û kort hatin dîtin û xetimandin û hejmareek kon hatin rakirin. Bi dehan motorsklêtên ku bikaranîna wan di nav kampê de qedexe ye jî hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê di saetên pêşiya me de bi daxuyaniyekê bîlançoya hefteyekê ya qonaxa duyemîn a pêngavê eşkere bike.

ANHA