Rûspiyên Minbicê: Nêzîkbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê mîna gerandina reqsa li ser xwîna sûriyan e

Rûspiyên Minbicê nerazîbûnên xwe li hember nêzîkbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê nîşan da û bi reqsa li ser xwîna gelê Sûriyê bi nav kir.

Rûspiyên Minbicê: Nêzîkbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê mîna gerandina reqsa li ser xwîna sûriyan e
29 tebax, 2022   13:38
MINBIC

Piştî bidawîbûna civîna Amadekar a Damezirandina Meclisa Rûsiyan a Minbicê ku girtî li pêşiya dezgehên çapemeniyê li dar ket, rûspiyên Minbicê têkildarî nêzîkbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê daxuyaniyek da. Rûsiyê êla El Bobene şêx Xalid El Ecûr li pêşberî rûspiyên Minbicê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber berjewendiyên navneteweyî temenê aloziya Sûriyê dirêj kir di serî de dewleta Tirk heye, ji ber her yek dixwaze berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bîne, planan li dar dixin, ev plan ne li gorî çareseriya siyaî ya Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk ji bo têkiliyan bi hikumeta Şamê re baş bike, opozîsyona Sûriyê kir qurban. Opozîsyona ku xwe spart Tirkiyê lê ew di destê wê de bû amûra pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê. Ji ber wê tiştek xwezayî ye, hikumeta Tirkiyê wan bike qurbana planên xwe ger li ser berjewendiyên wê xeterî çêkin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev yek hat destnîşankirin: “Em ji ber vê helwesta Tirkiyê li hember hikumeta Şamê û hewldana başkirina têkiliyan, biguman in û bi reqsa li ser xwîna gelê Sûriyê bi nav dikin piştî ku ewqas xwîn hate rijandin. Em destnîşan dikin ku piştî civîna me ya damezrîner, em ê bibin tovik û piştevanê sereke li rex rêveberiyê da ku ewlehiya Minbicê û xelkê wê biparêzin.” 

(dm)

ANHA