Rojnameyên erebî: Sûriye bi pirsgirêka ewlehiya xwarinê re rû bi rû ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa pirsgirêka ewlehiya xwarinê ya li Sûriyê, krîza Lîbyayê û xitimîna siyasî ya li Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Sûriye bi pirsgirêka ewlehiya xwarinê re rû bi rû ye
26 tebax, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIRSGIRÊKA EWLEHIYA XWARINÊ GEFAN LI JIYANA BI MILYONAN SÛRIYAN DIXWE’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Kêmbûna rûberên çandiniyê li Sûriyê ji ber şer û hişkesaliyê, bandoreke tund li miqdara genim kir.

Ev kêmbûn nîşaneyeke nû ya kêmbûna madeya bingehîn e. Ji ber sedema şerê Rûsya û Ukraynayê kêmbûna genim krîzeke mezin li ser asta cîhanê çêkir.

Berhemdayîna Sûriyê beriya 2011´an salane nêzî 4 ton genim bû, ev miqdar têra welat dikir û zêde bû. Bi wê re Sûriye jêdera vê madeyê bû.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên rejîma Sûriyê ku agahiyên xwe dispêrin berpirsên hikumeta Şamê, rûbera zeviyên îsal bi genim hatibûn çandin ji 1,5 milyon hektarî daket 1,2 milyon hektarî.

Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) ya NY´yê, berhemdayîna Sûriyê ji genim par daket 1,05 milyonek tonî.

Li Sûriyê di 2021´an de rêjeya berhemdayîna genim ji 50 salî ve kêmtir bû. Ew jî bi sedema hişksalî, bihabûna made û rewşên aborî yên tund."

‘XITIMÎNA LI LÎBYAYÊ WELAT BI XETEREYAN RE RÛ BI RÛ DIKE’

Li ser rewşa Lîbyayê, rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Bi bilindbûna nakokiya siyasî ya ji ber parçebûna hikumetê, Lîbya rû bi rûyî xitimîna tund e. Wê jî bandor li hemû aliyên jiyanê yên li welat kir. Di encamê de hewlên ji bo nêzbûna di navbera aliyan de, ji wê jî rêveçûna destûrê, asteng kir. Ji ber rêveçûna destûrê girêdayî nakokiya di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê de ye. Her wiha rêveçûna leşkerî bi derketina nîşaneyên ji nû vegera li şerekî li paytextê û herêma beravê ya rojava di navbera komên çekdar ên Debîbe û Başaxa de hişt kedên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş hilweşin.

Komên çekdar ên li rojavayê Lîbyayê, piştgiriya xwe ji hikumeta Başaxa re nîşan da ku erkên xwe ji Sirteyê pêk tîne, ew heman helwest e ku çalakiyên êl û civakî yên li gelek herêmên rojava; Mesrate, Zawiye, Reşfane û Zentan li dijî hêzên bi piştgiriya hikumeta Debîbe nîşan dane."

‘ŞERTÊN KURD Û SUNNIYAN HIŞT KAZIMÎ GERA DUYEMÎN A DIYALOGÊ BETAL BIKE’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gera duyemîn a diyaloga nîştimanî betal kir.

Li gorî çavkaniyeke nêzî hikumetê, sedema sereke ya ku hişt diyaloga nîştimanî were paşxistin, ew e ku Hevbendiya Serweriyê ya sunnî ya bi serkêşiya serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî û serokê PDK´ê Mesûd Barzanî şert danî ku serokê Tevgera Sedr di vê diyalogê de beşdar bibe.

Şeva din serokê komarê, serokwezîr, serokê parlamentoyê û serokê dadweriyê civînek li navenda serokkomarê Berhem Salih li dar xist, tê de girîngî da diyalogê ku ji vê krîzê derkevin. Her wiha diyar kir ku divê rêz ji hemû saziyên dewletê re werin girtin. Ew yek jî li ser paşxaneya ketina alîgirên Sedr li avahiya Meclisa Dadweriya Bilind, pêk hat."

(fr)