MSD: Meyla Tirkiyê ya lihevhatina bi Şamê re li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye

MSD´ê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, ji bo astengiya rêveçûna siyasî, operasyonên li dijî terorê û parastina girtîgehên DAIŞ´ê û Kampa Holê ye û got: "Siyaseta dewleta Tirk a lihevhatina bi hikumeta Şamê re li dijî berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ye."

MSD: Meyla Tirkiyê ya lihevhatina bi Şamê re li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye
MSD: Meyla Tirkiyê ya lihevhatina bi Şamê re li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye
MSD: Meyla Tirkiyê ya lihevhatina bi Şamê re li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye
MSD: Meyla Tirkiyê ya lihevhatina bi Şamê re li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye
MSD: Meyla Tirkiyê ya lihevhatina bi Şamê re li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye
MSD: Meyla Tirkiyê ya lihevhatina bi Şamê re li dijî hêviyên gelê Sûriyê ye
25 tebax, 2022   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclisa Serokatiyê ya MSD´ê civînek ji bo nirxandina rêveçûna krîza Sûriyê li gel guhartin û nakokiyên herêmî û navneteweyî yên li cîhanê û bandorên wê yên yekser û neyekser li ser dosyaya Sûriyê û rêveçûna çareseriya siyasî li dar xist.

Di civînê de, tevî hevserokên meclisê û Serokatiya Desteya Rêveber a MSD´ê, nûnerên partî û hêzên siyasî û çalakgerên sivîl û civakî jî amade bûn. Her wiha encamên civînên hefteyên borî û bandora wan li ser gelê Sûriyê û doza wî hatin nîqaşkirin.

Li gorî malperê, di civînê de piştî pêştî pêşkêşkirina dozên û dosyayên giştî ku raya giştî pê mijûl dikin çi li herêmê yan jî li Rojhilata Navîn an jî li cîhanê hatin bibîrxîstin; mîna êrişên dewleta Tirk ên bi rêya top û hawinan an jî bi rêya balafirên wê yên bêmirov li djî welatiyan.

Di civînê de hate eşkerekirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê sedema sereke ya astengkirina rêya çaerseriya siyasî û azarên gelê Sûriyê ye, her wiha astengkirina operasyonên li dijî terorê, parastina girtîgehên DAIŞ´ê û kampa Holê ye.

Beşdaran siyaseta dewleta Tirk a ji bo “lihevhatina” bi desthilata Şamê re nirxandin û diyar kir ku ev siyaset dê xizmeta berjewendiya hikûmeta Tirkiyê û desthilata Şamê bike û dê li dijî daxwazên gelê Sûriyê bi pêkhateyên wê yên cuda, ku ev zêdetirî 11 sal in ji bo guhertin, veguherîna demokratîk û rizgarkirina xaka Sûriyê tê dikoşe be.

Di heman demê de, di civînê de rêya çareseriya siyasî ku êdî di bin kontrola hevsengiyên cuda de ye, piştî krîz û rewşên li cîhanê hata lêkolînkirin. Beşdaran girîngî da xurtkirna eniya hundirîn û berdewama têkiliyan bi dewletên di dosyaya Sûriyê de aktîf in û avakirina têkiliyên stratejî bi dewletên Ereb re.

Di civînê de xebatên MSD´ê û nûnertiyên wê yên li derve û çalakiyên nivîsgehên wê li hundir ji bo dîtina çareyeke giştî ji krîza Sûriyê re hate destnîşankirin. MSD´ê bi hemû hêzên neteweyî û yên hewl didin çareyeke rastîn ji krîzê re bibînin vekirî ye û hewl dide li Stockholmê kongreyeke hêz û kesayetên demokrat li dar bixe.

Ji aliyê rêxistinî ve dîwana civînê daxwazên partî, hêz û kesayetên sûrî ku dixwazin tev li meclisê bibin eşkere kirin, ji wê zêdetir jî çalakiyên nivîsgehên meclisê û bernameya wê ya di dema borî de nirxandin.

(hs)