Bi wêne û dîmen: Kêliyên destpêkê yên qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê-HATE NÛKIRIN

Hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker û zêdekirina êrişên xwe li ser herêmê, çalakiyên şaneyên çeteyên DAIŞ´ê li Kampa Holê zêdetir bûn. Bi wê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê li hember şaneyan dest bi ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ kir.

25 tebax, 2022   09:05
HESEKÊ

Îro qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê dest pê kir. Bi wê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) saet 5´ê sibehê li derdora kampê kom bûn da ku operasyonê pêk bînin û li şaneyên çeteyên DAIŞ´ê yên xwe di kampê de veşartine bigirin.

Kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye û piştî zêdekirina sûcên qetilkirinê tê de ji hêla şaneyên çeteyên DAIŞ´ê ve gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin. Ev sûc hemwextî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Bi wê re kamp ji bo şaneyên çeteyên DAIŞ´ê ku gefên qetilkirinê li niştecihên kampê dixwe, bûye baregehek.

Bi van gef û sûcan re jinên çeteyên DAIŞ´ê civînan li dar dixin û zarokên li kampê li ser fikrên tundrawiyê perwerde dikin.

Di kampa Holê de ya ku ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, 54 hezar û 390 kes hene, ji wan 27 hezar û 816 iraqî, 18 hezar û 483 sûrî, 8 hezar û 91 ji malbatên çeteyên DAIŞ´ê ne. Şaneyên çeteyên DAIŞ´ê 44 niştecihên kampê, ji wan 14 zarok û jin, bi dar ve kirin. Ev yek bi çekên bêdeng an jî bi alavên tûj, piştî îşkencekirinê pêk anîn û cenaze avêtin kanalîzasyonan.

 (fr)

ANHA