​​​​​​​Çarçoveya Hemahengiyê diyaloga li gel Sedr red kir

Çarçoveya Hemahengiyê ragihand ku Tevgera Sedr saziyên destûrî dagir dike û divê civaka navneteweyî li ser wê rewşê xwedî helwest be. Çarçoveyê her wiha diyaloga li gel Tevgera Sedr red kir.

​​​​​​​Çarçoveya Hemahengiyê diyaloga li gel Sedr red kir
23 tebax, 2022   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çarçoveya Hemahengiyê têkildarî rewşa saziyên destûrî û metirsiya li ser wan daxuyaniyek da û ji hemû hêzên siyasî yên Iraqê xwest ku li hemberî desteserkirina saziyên destûrê bêdeng nemînin û ji bo şermezarkirina binpêkirina pêşengiyê bikin.

Çarçoveya Hemahengiyê ragihand ku Tevgera Sedr saziyan dagir dike û divê civaka navneteweyî li hemberî dengê xwe bixe û xwedî helwest be.

Çarçoveya Hemahengiyê her wiha da zanîn ku ku heta ku Tevgera Sedr dest ji dagirkirina saziyên destûrî neyîne û venegere li ser riya çareeseriya aştiyane û demokratîk, her peyam û daxwaza diyaloga li gel Tevgera Sedr red dikin.

Hêjayî gotinê ku îro alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê carek din rabûne ser xwe û bi meşê çûne ber derê Meclisa Dadwerî ya Iraqê û kon vedan.

Meclîsa Dadwerî ya Iraqê ji ber xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedr ya li ber avahiya Dadweriyê karê xwe îro da rawestandin û greva alîgirên Tevgera Sedr ya li ber meclîsê xistiye stûyê hikûmeta Iraqê.