Bi def û zirneyê şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Diyane Elo veşart

Li ber dengê def û pîka efrînî, şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Diyane Elo li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kir ku di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî navendeke perwerdeyê li ser rêya Til Temir û Hesekê şehîd bûbû.

Bi def û zirneyê şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Diyane Elo veşart
Bi def û zirneyê şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Diyane Elo veşart
Bi def û zirneyê şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Diyane Elo veşart
21 tebax, 2022   17:27
 ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, cenazeyê şehîd Diyane Elo li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehba oxir kir.

Destpêkê şênî li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û cenazeyê şehîd Diyane Elo wergirt.

677

Dûre bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê. Li goristanê endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Hesen Berko axivî û îşaret bi bêdengiya Rûsya û Amerîka li hember sûcên dagirkeriya Tirk kir û got: “Ev îsbat dike ku ew bi Tirkiyê re hevkar in. Li ber çavên her duyan, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker zarokên me topbaran dikin. Di encamê de 4 keçên me şehîd bûn.”

Berko wiha domand: “Hedefgirtina sivîlan di radeya yekemîn de, kiryareke terorîst e mîna kiryarên DAIŞ`ê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bêmirov zarokan dike hedef. Divê civata navneteweyî hesabê jê bixwaze.”

Hevseroka Desteya Malî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Fatme Lekto axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan û hedefgirtina welatparêzan û fermandaran, têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan armanc dike.

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Kantona Efrînê Fadil Çawîş axivî û balkişand ser hedefgirtina zarokan û got: “Hedefgirtina perwerdekaran ji aliyê dewleta Tirk ve, tê wateya çewisandina mafên wan di perwerdeyê de. Di hemû civakên li cîhanê de, zarok fêr dibin beyî ku xeterî li ser wan hebe. Lê li herêmên me dibistan, xwendekar her tim dibin hedefa êrişan.”

Piştî wê, endama KPC-D ya kantona Efrînê Rûken Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Diyane Elo li goristanê li ber dengê def û pîka efrînê veşart.

(dm)

ANHA