Di hefteyekê de li Efrîna dagrikirî 9 welatî hatin revandin û jinek ciwan hat tecawîzkirin

Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di nava bêdengiya navneteweyî de qetilkirin, revandin, destdirêjî, dizî û guhertina demografîk dewam dikin. Di hefteyekê de 9 welatî hatin revandin û jineke ciwan hate tecawîzkirin.

Di hefteyekê de li Efrîna dagrikirî 9 welatî hatin revandin û jinek ciwan hat tecawîzkirin
Di hefteyekê de li Efrîna dagrikirî 9 welatî hatin revandin û jinek ciwan hat tecawîzkirin
Di hefteyekê de li Efrîna dagrikirî 9 welatî hatin revandin û jinek ciwan hat tecawîzkirin
Di hefteyekê de li Efrîna dagrikirî 9 welatî hatin revandin û jinek ciwan hat tecawîzkirin
Di hefteyekê de li Efrîna dagrikirî 9 welatî hatin revandin û jinek ciwan hat tecawîzkirin
20 tebax, 2022   05:52
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di hefteya borî de, gelek sûc û binpêkirin pêk anîn, yek ji wan tecawiza li welatiya “S S D” a ji gundê Basûfanê ya navçeya Şêrawa ji aliyê çeteyên “Feyleq El Şam” ku heta niha jî çarenûsa wê nediyar e.

Çavkaniyan dan zanîn ku MÎT’ê û çeteyên wê di hefteya borî de 9 welatî ji nav wan du jin, ji gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî revandin.

Li navçeya Cindirêsê 4 welatî hatin revandin. Navên wan wiha ne; Riyad Ekrem Şêx (34), Hemîd Newres Îsmaîl (24) navê dayikê Fatme ji gundê Kûra ye, Xelîl Riyad (30) navê dayikê Nesrîn ji gundê Remadiyê ye, ku heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Li gor çavkaniyên ji hundirê kantona dagirkirî, çeteyên “Feyleq El Şam” a ku ji aliyê serçeteyê bi navê Mihemed Ehmed Elî (Ebo Cafer) ve tê birêvebirin, welatiya bi navê “S S D” (22) revandin û tecawîz kirin, ku heta niha jî çarenûsa wê nediyar e.

Li navçeya Şera jî MÎT’ê, jina temenmezin a bi navê Ewaş Hisên a ji gundê Dêrsiwanê revand û piştî sê rojan bi berdîla 2 hezar lîreyên tirkî berdan. Her wiha dewriyeya hevbeş a çeteyên "Polîsên Leşkerî" û "Cebha Şamiya" welatiyê bi navê Îzet Xelîl ji gundê Meirsekê revand, beriya niha jî Îzet hatibû revandin û li beramberî dayîna fidiyê hatibû berdan.

Li navçeya Şiyê 2 welatî ji aliyê çeteyên “Polîsên Leşkerî” ve hatin revandin. Navê welatiyan wiha ne; Elî Hisên Elî (27) navê dayikê Meysa û Wail Sibhî Ehmed (31) navê dayikê Bêrîvan e, her wiha welatiya bi navê Murhef El Hewa ji bajarê Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, di dîroka 17’ê Tebaxê de dadgeha Tirkiyê ya bajarê Efrînê cezaya li welatiyê bi navê Raxib Ehmed Elo (34) ji 3 salan dirêjî 12 salan kir.

Tê zanîn ku welatiyê bi navê Raxib di Tîrmeha sala borî de vegeriya Efrînê û çeteyên “El Cebhe El Şamiyê” ew revandin û radestî MÎT’ê kirin û di girtîgeha Maratê ya bajarê Efrînê de ye ku 3 sal ceza lê hat birîn.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku roja şemiyê 13’ê Tebaxa 2022’an, çeteyên “Mutesim” li derdora taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê darên zeytûnê birîn.

Her wiha, çavkaniyên din dan zanîn ku komeke çeteyên dagirkeriya Tirk 15 darên zeytûnê li gundê Tirindê yê Efrîna dagirkirî birîn.

Çeteyên “Emşat” jî li navçeya Mabeta bac 1000 lîreyên tirkî li ser her erdeke mewsima berhevkirina gwîzan birîn.

Çavkaniyekî xwecihî diyar kirin ku çeteyên ''Mihemed El Fatih” ên girêdayî rêxistineke qeterî, piştî avakirina mizgeftekê li gundê Gewrika jorîn, dest bi avakirina mizgefeteke nû li gundê Gewrika jêrîn jî kirin, ev proje hemî di bin çarçoveya guhertina demografî de tê kirin.

Her wiha ku herdu mizgeft kêmtirî 1 kîlometre nêzî hev in ku herdu ji aliyê heman çeteyan ve bi piştgiriya rêxistinên kendavî hatin avakirin.

Tê zanîn ku hejmara mizgeftên ku ji aliyê dagirekran ve hatine avakirin, gihişt 24’an e. Piraniya van mizgeftan li gundên Êzidî ne û li şêniyên Êzidî ferz kirin ku li mizgeftan nimêj bikin.

 (mh)

ANHA