TAJÊ êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

TAJÊ êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bal kişand ser rola Rûsya û koalîsyona navneteweyî ya di êrişan de. TAJÊ destnîşan kir ku ew bi gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re ne.

TAJÊ êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
17 tebax, 2022   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

TAJÊ bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê vê dema dawî zêde bûne û got, "Diyar e kud i civînên Soçî û Tehranê de çiraya kesk ji êrişên dewleta Tirk re hatine pêxistin.

TAJÊ diyar kir ku Kobanê warê berxwedanê û cihê têkçûna DAÎŞ'ê ye û diyar ki rku êrişên heyî yên dewleta Tirk ên li ser Kobanê tê wateya hewldana ji bo hilanîna tola DAÎŞ'ê.

TAJÊ di daxuyaniya xwe de got: "Di êrişên vê dawiyê de yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî Kobanê, zarokê 12 salî Mihemed şehîd bû, sê sivîl jî birîndar bûn. Her wiha 16 endamên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn. Ji van êrişan Rûsya û koalîsyona navneteweyî berpirsyar in. Her wiha berpirsyariya hikumeta Şamê jî tê de heye. Divê li hemberî destwerdana dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê xwedî helwest be."

TAJÊ êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

TAJÊ`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Em careke din bi bîr dixin ku dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê bi erkê xwe yê mirovahî rabû û xwedî li civaka Êzidî derket. Em ê her tim piştevanê gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bin."