Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir

Welatiyên herêmên cuda yên Sûriyê bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hêzên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga bersivdayîna leşkerî kir.

 Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir
 Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir
 Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir
 Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir
 Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir
 Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir
 Sûriyan bêdengiya hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên wê rexne kir
17 tebax, 2022   13:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê der barê êrişa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser rojavayê Kobanê de ku di encamê de gelek leşkerên wê hatin kuştin, li ser hejmara kuştiyên xwe bi saetan bêdeng ma. Li herêmên cuda yên Sûriyê gel li hember vê yekê bi hêrs bû û bêdengiya hikumeta Şamê li ser êrişên dewleta Tirk rexne kir.

Duh, çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li girê gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê de, 16 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Bi dehan malperên medyayê belav kir ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de 22 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin qetilkirin, vê yekê zextek li ser hikumeta Şamê çêkir, bi wê re ajansa "Sana" piştî 10 saet û nîvan daxuyaniyek da.

Ajansa fermî ya hikumeta Şamê "SANA" li ser rûpela xwe ya fermî belav kir ku di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser gundê Çariqlî yê Kobanê de, 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin û 6 endamên din jî birîndar bûne.

Bi sedan welatiyan li ser malperên ku kuştina endamên hêzên hikumeta Şamê ragihandine, şîrove û peyam nivîsandin.

Welatiya bi navê Niwêla Hebîb ev şîrove kir: "Ev tiştekî kembax e, çima ev bêdengî li hember Osmaniyê ku bendavan derbe dike û axê talan dike." Her wiha wlatiyê bi navê Nafiz Kerîm El Efendî, ev gotin parve kir: "Dilovanî ji şehîdan re û lanet li artêşa me were ku li gel wê hêmanên sereke yên parastinê tune ne."

Mihemed Elî Salih jî got: "Ka eniya berxwedanê û hêzên bersivdanê, Îsraîl ji aliyekî û Tirkiyê ji aliyekî ve. Ka fermandariya zana ku nikare gelê xwe biparêze!."

Welatiya bi navê Hena jî wiha şîrove kir: "Belê û paşê, em ê kengî ji van bombebaranan xilas bibin. Saetekê Îsraîl û saetekê Tirkiyê, qurbanî jî ciwanên me ne."

Welatiyê bi navê Elî El Elî jî wiha şîrove kir: "Xwedê rehma xwe li hemûyan bike, bêguman em ê mafê bersivdayînê di dem û cihê guncaw de bihêlin", bi wê yekê îşaretê bi nekarîna hêzên hikumeta Şamê ya bersivdayîna leşkerî kir.

Duh, dewleta Tirk a dagirker 12 gund û taxên Kobanê bombebaran û topbaran kirin, di encamê de zarokek şehîd bû û 4 welatî di nav de jinek, birîndar bûn.

ANHA