QSD՛ê ajanekî dewleta Tirk ku amadekariya teqandina erebeyekê dikir, girt

QSD’ê ajanekî dewleta Tirk a dagirker ku li erebeyeke bombebarkirî siwar bûbû û amadekariya teqandina wê li Hesekê dikir, girt.

QSD՛ê ajanekî dewleta Tirk ku amadekariya teqandina erebeyekê dikir, girt
17 tebax, 2022   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku hêzên wan destûrê nadin ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk biçe.

Di daxuyaniya QSD՛ê de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya pêngava 'Operasyona Sondê' de ku hêzên me di dawiya Tîrmehê de ji bo têkbirina torên sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker eşkere kiriye, hêzên me yên taybet îro ajanekî dewleta Tirk a dagirker ku li erebeyeke bombebarkirî siwar bûbû û tê de nêzî 6 kîlo teqemeniyên tund hebûn û amadekariya teqandina wan di nava kombûnên welatiyan de li Hesekê dikir, girt.

Hêzên me ev ajan girt û teqemeniyên pê re bê bandor kirin.

Ev hewldana terorîstane ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku bi rêya ajanên xwe dike da ku terorê belav bike û welatiyan bitirsîne, hemwextî êrişên bejahî û hewayên yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên. Ew êriş welatî û navendên xizmetguzariyê armanc dikin mîna bombebarankirina şaredariyan bi rêya balafirên bêmirov û topbarana bi moşekan. Di encamê de gelek welatî şehîd dibin.

Hêzên me teqez dikin ku dê li ser parastina ewlehî û îstîqrara herêmê şiyar bin û dê bi destên ji hesin li kesên hewl bidin tevliheviyê çêkin, bidin."

(fr)