Navên birîndarên hikumeta Şamê hatin eşkerekirin

Navên leşkerên hikumeta Şamê yên ku di bombebebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser girê gundê Çariqlî yê Kobanê de birîndar bûne, hatin eşkerekirin.

Navên birîndarên hikumeta Şamê hatin eşkerekirin
16 tebax, 2022   15:12
KOBANÊ

Navên 3 leşkerên hikumeta Şamê yên ku di êrişa bi balafira şer a dewleta Tirk a dagirker de li girê gundê Çarqilî yê rojavayê Kobanê de birîndar bûne, hatin bidestxistin.

Birîndar li nexweşxaneyên bajarê Kobanê tên dermankirin, navên wan wiha ne; Ehmed Mihemed Seîd (22), Mûtesem Baxacatî (23) û Xiyas Necar El Mesrî (27).

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker vê sibehê taxên bajarê Kobanê û gundên Siftik, Zormixar, Beyadiyê, Kor Elî, Şexlera Jêrîn, Şexlera Jorîn, Çariqlî yên rojava, her wiha gundên Qeremox û Koran ên rojhilatê Kobanê topbaran kirin. Di encamê de zarokek şehîd bû û 4 kesên din di nav de jinek jî birîndar bûn.

ANHA