Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê: Êrişên dewleta Tirk ji bo tirsandin û koçberkirina sivîlan in

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê êrişên dagirkeriya Tirk wekî xeteriya li ser awlehî û aştiya navxweyî û herêmî bi nav kir û diyar kir ku armanca wê belavkirina tirsê, koçberkirina şêniyan ji gund û bajarokên wan û valakirina herêmê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê: Êrişên dewleta Tirk ji bo tirsandin û koçberkirina sivîlan in
16 tebax, 2022   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî topbarana li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê yên rojhilat û rojava, ku di encamê de zarokek şehîd bû û 4 kes birîndar bûn, Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê daxuyaniyek da.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrişên hovane û domdar ên dagirkeriya Tirk li ser sivîlan û taxên sivîlan, derbekirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye û xeteriyê li ser ewelehî û aştiya navxweyî û herêmî çêdike.

Her wiha hate gotin ku ev hedefgirtin asta kîn û hovîtiya dewleta Tirk ji bo pêkanîna projeya xwe ya Osmaniya nû û kevin, tirsandina sivîlan, koçberkirina wan ji gund û bajarên wan û valakirina herêmê, îsbat dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê bang li civaka navneteweyî kir ku rê li Tirkiyê û binpêkirinên wê bigire û li ser karên ku rojane li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, hesab jê bixwaze.

Rêxistinê her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî û di serî de NY û UNICEF`ê kir ku destwerdanê bikin, sivîl, jin û zarokên herêmê biparêzin. Her wiha bang kir ku biryarên cidî bidin da ku van binpêkirin û gefên Tirkiyê rawestînin û rê li kiryarên wê bigirin, her wiha Lihevkirina Cinêvê ya 4`emîn a taybet bi parastina sivîlan di şerên çekdarî de, aktîv bikin. Rêxistinê bang li wijdanê cîhanî û medyaya azad kir sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, eşkere bikin.

(cx)

ANHA