Ferhad Şamî: QSD`ê tu çalakî nekirine, lê êrişên Tirkiyê wê bêbersiv nemînin

Ferhad Şamî îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje QSD`ê êrişî wan kiriye, derewand û diyar kir ku bi sekinandina dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker planên van êrişan eşkere bûn. Şamî got: “Ev hefteyeke dewleta Tirk a dagirker xwe ji bo êrişekê amade dike.”

Ferhad Şamî: QSD`ê tu çalakî nekirine, lê êrişên Tirkiyê wê bêbersiv nemînin
16 tebax, 2022   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya topbaranê û balafirên keşfê yên biçek di demên dawîn de zêdetir bûne. Ji vê sibehê de, artêşa Tirk a dagirker bajar û gundewarên bajarê Kobanê, gundên navçeyên Dirbesiyê, Til Temir û Zirgan yên kantona Hesekê, navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo û gundên navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî bê ser û ber topbaran dike. Di topbarana ku ji saetên serê sibehê de dewam dike, şehîd û birîndar çêbûn.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî, derbarê van êrişên bê ser û ber û îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje QSD`ê êriş biriye ser wan, ji ajansa me re axivî. Şamî da zanîn ku hebûna hikumeta Şamê li cihên tên topbarankirin li pêşiya êrişên dewleta Tirk nebû astengî.

'EV HEFTEYEKE XWE JI BO ÊRIŞEKÊ AMADE DIKIN'

Ferhad Şamî destnîşan kir ku ev hefteyeke dewleta Tirk a dagirker xwe ji bo êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dike û got: “Bi taybetî di xetên sînor wekî Kobanê, Şehba û hwd. Liv û tevgereke wan hebû. Çavderiya me hebû ku dewleta Tirk dixwaze herî kêm êrişekê pêk bîne. Amadekariya êrişeke bi obûs û tank û topan dikirin. Ji lew re dewriyeyên wan bi Rûsan re ev zêdetirî 15 rojan hatibûn sekinandin. Hat eşkerekirin ku dixwazin êrişekê pêk bînin. Heman demê çapemeniya dagirkeran li ser xeta sînor bû. Wekî ku gel direve dixwestin rojevê ava bikin.”

'WÊ ÊRIŞ BÊBERSIV NEMÎNIN'

Şamî, teqez kir ku bêguman wê li beramberî van êrişan hêzên wan bêdeng nemînin û got: “Beriya niha jî me gotibû ku wê tu êrişên dewleta Tirk a dagirker bêbersiv nemînin. Bi taybetî jî niha li Kobanê rasterast cihên sivîlan wekî nexweşxane û malên sivîlan dikin hedef. Yek ji armanca wan ew e ku sivîlan koçber bikin. Ji bo wê jî em bang li gelê xwe dikin ku bila her kes di cihê xwe de be û li dijî dagrikeriye xwedî kîn û nefret bin. Sedî sed wê ev êriş di çarçoveya parastina rewa de bên bersivandin.”

'ÎDIAYÊN WAN DEREW IN, QSD`Ê LI WAN CIHAN TUNE YE'

Şamî di berdewamiya axaftina xwe de îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dijbêje ku QSD`ê êriş biriye ser wan derewand û got: “Ev agahiyên ku medya dewleta Tirk a dagirker belav dike ku QSD`ê li wan daye, derew in. Provakasyonên MÎT`ê ne. QSD`ê tu çalakî nekirine û herêmên ku behs dikin QSD`ê li wir tune ye.”

NÊZÎKATIYA RÛSYA Û HIKUMETA ŞAMÊ

Ferhad Şamî her wiha bal kişand ser hebûna hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li cihên tên hedefgirtin û ev tişt lê zêde kir: “Herêmên ku hatine hedefgirtin wekî rojavayê Kobanê gelek nuqteyên çavderiyê yên Rûsan lê hene. Bêdengiya Rûsya jî helbet cesaretê dide dewleta Tirk. Divê Rûsya helwesteke tund nîşan bide. Hebûna hikumeta Şamê li cihên tên topbarankirin ji bo rêgirtina li êrişên dewleta Tirk nebû asteng. Ev jî cihê gumanê ye ku gelo hikumeta Şamê bê biryare ku bersiva van êrişan bide. Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker lidarketina civînên xwe yên îstixbaratê bi hikumeta Şamê re radigîne, ev êriş pêk tên. Ev jî cihê guman û pirsê ye.”

ANHA