Li Kobanê hejmara birîndaran gihaşt 4 kesan

Bîlançoya birîndaran li Kobanê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de zêde bû. Heta niha 4 kes birîndar bûne.

Li Kobanê hejmara birîndaran gihaşt 4 kesan
16 tebax, 2022   09:52
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, ciwanê bi navê Ela Îbo (19) li taxa Kobanê Nû birîndar bûye.

Bi vê agahiyê re, hejmara birîndaran li Kobanê gihaşt 4 kesan; Ebid Xelef (40), Merwa Hemdo (40) ji gundê Seftik, zarokê bi navê Xelîl Cîhad Şêxo yê du salî û Ela Îbo (19).

Her wiha li gundê Zorava yê rojavayê Kobanê ji ber topbaranê zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî (12) şehîd bû.

ANHA