Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir.

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir
13 tebax, 2022   16:53
EYN ÎSA

Tevgera Ciwanên Şoreşger şahiya pîrozkirinê li Parka Giştî ya navçeyê li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî tev lê bûn.

Di şahiyê de, berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan û berxwedêrên ku li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe didin, malbatên şehîdan pîroz kir.

Her wiha Mehmûd diyar kir ku bi saya têkoşîna çekdarî ya di 15`ê Tebaxê de destpê kirî, îro li hember tima û planên dagirkeran tê sekinandin.

Her wiha Mehmûd soza berdewamkirina rêya şehîdan da ku çirûska têkoşîna çekdarî pê xistin da ku gelan ji çewisandina pergala faşîst a Tirk xilas bikin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerê berdewam kir.

(şx)

ANHA