​​​​​​​Serokê T.N.K-S’ê: Berxwedan erka her kesî ye

Serokê T.N.K-S’ê Rizgar Qasim got “Berpirsyariya berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker ku bi hemû hêza xwe hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe, dikeve ser milê her kesî.”

​​​​​​​Serokê T.N.K-S’ê: Berxwedan erka her kesî ye
13 tebax, 2022   06:19
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, pêkhate bi hemû ol, bawerî û netewe bi rêya xwerêxistinkirina li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî di bin banê Rêveberiya Xweser de xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker diparêzin.

Têkildarî mijarê, serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyê (T.N.K-S) Rizgar Qasim ji ajansa me re axivî  û wiha got: "Berxwedan dagirkeriyê û siyasetên wê yên wêrankirî red dike. Şoreşê jî berxwedanê û her kesê ku hebûna wê rewa dike, çi ji aliyê hundirîn ve be yan jî derve red dike û armanc dike ku rewşa heyî biguherîne."

Qasim wiha domand: "Şoreş ne ji valahiyê li dar ketin, lê belê encama xwezayî ya tevgerên berxwedanê, çi li herêmê yan li Kurdistanê pêk hatine, mîna rewşa girêdayî şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Qasim diyar kir ku ji bo berxwedana gelan formê xwe ya şoreşgerî wergire, şertên bingehîn pêwîst in. Têkildarî van şertan Qasim got: "Ya herî girîng jî ew e ku gel ji aliyên tevgerên siyasî ve werin birêxistinkirin û veneguherînin tevgerên gel. Lê belê di çarçoveya tevgera gel an jî gelên dixwazin guhartin ber bi başiyê ve çêbin de pêk bê. Şoreşa Rojava ev yek kir. Şertê din a ji bo serxistina çi tevgereke gelê şoreşger ew e ku tevgerên siyasî yên ku gel bi rêxistin dikin li ser fikir û felsefeya azadiyê têr û tijî bin, bi taybet ên ku xwe dibînin alava berxwedana gelan, şoreşa wan û rêbaza pêkanîna armancên wan in ku ji bo wê şoreşê hatine lidarxistin."

Qasim diyar kir ku berpirsiyariya berxwedanê ku bingeha şoreşê ye, dikeve ser milê hemû welatparêzan û got: "Da ku ev şoreş bi ser bikeve bi taybet jî dikeve ser milê qada çandî û siyasî ku rol û erkan di nava xwe de belav dikin, da ku valahiyê dagirin û eniyan xurt bikin.''

Qasim îşaret bi şoreşê kir ku dê li hember aliyên dagirker û rejîmên destpot bisekine û got: "Bo nimûne, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku gel bi hemû pêkhateyên xwe kir yek. Bi wê re gelek eniyan, di serî de jî dewleta Tirk ragihand ku ew li ser wan û tevahî herêmê xeterî ye."

Rizgar Qasim da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya lîstina bi hestên gel, hemû rêbazan bi kar tîne da ku şoreşên ku pişta xwe da fikrê gel û tevgerîna wê têk bibin.

Qasim destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser gotina Erdogan ku gelek caran teqez kiriye (em nûnertiya gel dikin) li dijî kurdan û pêşengên wan ên Şoreşa Rojava disekine.

Qasim bal kişand ser cudahiya Şoreşa Rojava û wiha got: "Şoreşê pişta xwe da vîna gelên herêmê, lê dewleta Tirk û rejîmê bi taybet muxalefeta Sûriyê ya bi nûnertiya Îtîlafê pişta xwe fikrên nijadperestî û dagirkerî û gel ji xwe re kirin çete."

Qasim eşkere kir ku bingeha berxwedana gel ew e ku xwe bi rêya tevgerên siyasî ber bi şoreşê rêxistinî ve bi rêxistin dikin û got şert e ku şoreş bi rêya xebata dîplomasî werin destekirin, ji ber ew desteka bingehîn di civînên navneteweyî de yên girêdayî lihevkirinên navneteweyî der barê mafên gelên resen de û sekna li hember dagirkeriyê ye.

Serokê T.N.K-S Rizgar Qasim bal kişand ser rola ragihandinê di berxwedana gelan de û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê ragihandin tu valahiyê yan jî dûrahiyê di navbera gel û fermandariyê de nehêle û her tiştî pêşkêşî gelê berxwedêr bike. Bi wê re jî divê fermandariya siyasî ya şoreşê gel hişyar bike ku di rêya şoreşa gel de bimîne.”

(fr)

ANHA