Birîndarekî êrişên dagirkeriya Tirk banga piştgiriya 'Operasyona Sondê' li gel kir

Bekir Cerade yê di êrişên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû got, Operasyona Sondê berdewama sonda QSD'ê ye ku ji bo parastina herêm û gelê xwarine û bang li şêniyan kir ku piştgiriyê bidin vê operasyonê da ku bêghêje armancên xwe.

Birîndarekî êrişên dagirkeriya Tirk banga piştgiriya 'Operasyona Sondê' li gel kir
13 tebax, 2022   06:09
KOBANÊ

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi "Operasyona Sondê" didomînin ku QSD`ê 31`ê Tîrmeha derbasbûyî li dijî sîxur û xayînên dewleta Tirk ragihand.

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira bê mirov a bi çek a roja 20'ê Cotmeha 2021'an li bajarê Kobanê de, hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade birîndar bû.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk û "Operasyona Sondê", Bekir Cerade ji ajansê re axivî û got: "Operasyona Sondê gaveke girîng û baş e û ew ê encamên mezin bi xwe re bîne. Em di wê baweriyê de ku  QSD`ê ya ku vê operasyonê bi rê ve dibe, dê herêmê ji sîxur û xayînan paqij bike."

Cerade destnîşan kir ku 'Operasyona Sondê' berdewama sonda QSD'ê ye ku ji bo parastina herêm û gelê xwe û serxistina projeya demokratîk, xwarine. Her wiha da zanîn ku operasyonê heta niha encamên berçav pêk anîne û bi dehan sîxur hatine girtin.

Cerade bi domdarî got: "Ji ber destwerdana hêzên navneteweyî di aloziya Sûriyê de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke hesas re derbas dibin. Bi taybet ku Tirkiyê hewl dide sûdê ji nakokiyên di hundirê dewletên endamên NATO`yê de û yên di navbera wê û Rûsyayê de werbigire, di heman demê de hewl dide wekî bi serê ermenan anî, gelê Kurd jî qir bike."

Bekir Cerade bal kişand ser planên dewleta Tirk ên qirkirina gelê herêmê û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker da ku di planên xwe yên qirkirina gelê herêmê de bi ser bikeve, êrişan dibe ser welatparêzên ku gelê herêmê ber bi îstiqrarê ve dibin,  nexasim piştî ku di pêkanîna planên xwe de yên tirsandin û topbarana bêserober bi bin ket, tektîka xwe ya leşkerî guhart û bi balafirên bêmirov welatiyan dike armanc, di vê yekê de jî sîxurên wê alîkariyê wê dikin ku agahî û kordînatan dide wê. Lê Operasyona Sondê ya ku QSD`ê ragihandiye ew ê dawî li wan sîxuran bîne."

Cerade bal kişand ser armancên dewleta Tirk û got: "Gelê Kurd li herêma Rojhilata Navîn xwedî qedir û kedeke mezin e, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan kurdan tune bike da ku hebûna xwe ya li herêmê rewa bike. Projeya me ya demokratîk ku hemû pêkhate cihên xwe tê de digirin, ji dewleta Tirk a dagirker re cihê fikarê ye, ji ber vê yekê ev proje armanca yekemîn a faşîzma Tirk e."

Cerade wiha dawî li axaftina xwe anî: "Operasyona Sondê ew ê bigihêje armanca xwe û em di wê baweriyê de ku QSD`ê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî li çeteyên DAIŞ`ê anî ew ê sîxurên dewleta Tirk jî têk bibe, lewma divê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe heta mîsogerkirina serkeftinê piştgiriya vê operasyonê bike."

Hêjayî bibîrxistinê ku Bekir Cerade 20`ê Cotmeha par di encama êrişeke balafira bêmirov a dewleta Tirk de li pêşiya navenda Meclisa Edaleta Civakî birîndar bû. Wê demê Fîras Mezê yê ji gundê Boxaz û Hemze Hemze yê ji gundê Kerek ê başûrê Kobanê jî birîndar bûn.

(eh)

ANHA