Bi hezaran ji malbata şehîd Mihyedîn Gulo re sersaxî xwest

Şêniyên Qamişlo di merasîmê sersaxiyê yê şehîd Mihyedîn Gulo de piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî re anîn ziman û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftin û azadiyê dan.

Bi hezaran ji malbata şehîd Mihyedîn Gulo re sersaxî xwest
11 tebax, 2022   14:27
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo bi hemû pêkhateyên wê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û saziyên jin û ciwanan herikîn bin konê şervanê Hêzên Erka Xweperastinê yê Mihyedîn Îbarahîm Gulo yê ku 9'ê Tebaxê di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de şehîd bû. Kon li ber mala şehîd a li taxa Hilêliyê ya Qamişlo hatiye vedan.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn axivî û got, dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze gelê Kurd qir bike, divê gelên herêmê xeta berxwedanê bidomîne û şopdarên xeta şehîdan bin.

Mihemed Emîn bal kişand ser berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û wiha domand: "Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me em ê bibin gerîla û êrişan têk bibin. Ji ber ku me xwe li ser fikir û felsfeya rêber Ocalan ava kiriye."

Di merasîmê de hevserokê Mecilsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî bal kişand ser têkoşîna malbata Gulo û got: " Malbata Gulo ji bo vê xakê karwanek şehîd da, axa welat bi xwîna şehîdan a pak hatiye avadan da ku gelê me bi aramî û rûmet bijî."

Hebîb îşaret pê kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk ji bo tevahî sûriyan e û dagirkeriya Tirk dijminê vê herêmê û projeya wê ye, ji ber vê yekê hemû cûreyên şer bi kar tîne û bi hincetên parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ewlehiya te ya neteweyî li hundir e ne bi dagirkirina dewletên derdorê ye."

Hikmet Hebîb di dewama axaftina xwe de got: "Gelê Kurd projeyeke demokratîk hilgirtiye ku ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê ji bo tevahî Sûriyê ye. Ji bo vê projeya demokratîk a nîştimanî ku her kes tê de di maf û erkan de wekî hev in, em ji Qamişlo heta Şamê dixebitin. Dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên nû ji Heleb heta Mûsilê û pêkanîna Mîsaqî Millî  hincetan diafirîne."

Hikmet Hebîb diyar kir ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên berfireh ên dagirkirinê hene, hemû kongre û civînên ku têne lidarxistin ne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ne û nûnertiya berjewendiyên gelê Sûriyê nakin, lê nûnertiya berjewendiyên wan dewletan dikin.

Hebîb her wiha got: "Em amade ne karwanên şehîdan bibin. Ji bo projeya xwe ya pêşketî ji bo tevahî Sûriyê em amade ne şehîdan bibin. Em bang li hemû sûriyan dikin ku li derdora vê projeyê kom bibin da ku êrişên Tirkiyê werin rawestandin û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Ji ber ku dagirkeriya Tirk demgorafiya herêmê diguhere, şêniyan koçber dike û Mîsaqî Millî pêk tîne."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb soza şopandina xeta şehîdan da.

Nûnerên eşîrên Ereb û Kurd, Hisên El-Sada jî got:"Ev xak hêja ye ku em xwe ji bo wê feda bikin. Erka me ye ku li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin, ji ber ku dijminê me ye ku ji dema hatiye avakirin xwe li ser rijandina xwînê ava kiriye û rêz nade peyman û belgeyan."

Hisên El-Sada anî ziman ku dewletên ku îdiaya parastina gelan û mafên wan dikin, ji bo berjewendiyên xwe destekê didin dewleta Tirk a dagirker.

Her wiha diyar kir ku gelên herêmê wê xaka xwe biparêze û serî ji dijmin re natewînin.

Hisên El-Sada di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku li hemberî êrişan di yek refê de destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî.

ANHA