Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê şermezar kir.

Şêniyên Tebqayê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan
11 tebax, 2022   11:54
TEBQA

Bi hezaran şêniyên Tebqayê û gundewarên wê, nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşgerî ya Sûriyê, nivîsgeh, komîteyên jinan, rûspî û şêxên eşîrên herêmê xwepêşandaneke girseyî li pêş Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li naverasta bajêr li dar xist.

Dema xwepêşandêr gihaştin Taxa Sêyemîn a Tebqayê li wir deqeyeke rêz girt. Dûre li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek hate dayîn. Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Huda Ewan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Bajarê Tebqayê ku li hember terorê sekiniye, îro jî li kêleka hêzên xwe QSD’ê disekine ku destanên lehengane li eniyên berxwedanê nivîsandin. Berxwedan erk û şerefa me ye û milkê hemûyan e."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bila hemû cîhan bizane ku berxwedana çeka gelên demokratîk e. Ji ber tu tişt nikare li hember berxwedana mirov bisekine. Berxwedana têgeha mirovî û mafekî rewa ye.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku têgihîştina gel, nêrîna hevgirtî û binesaziya birêxistinkirî ku bi fikrê demokratîk bawer e, dê peyamekê bide dijmin ku ew dikarin li hember hemû astengî û êrişan bisekinin. Hevgirtina rasteqîn a gel û Rêveberiya Xweser nîşaneya vê peyamê ya li dijî dagirkeriya Tirk û alîgirên wê ye.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: "Divê civata navneteweyî bi lezgîn tev bigere û li hember êrişên dewleta Tirk berpirsyariya xwe hilgire.”

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bang li hemû gelên cîhanê kir ku sûcên dagirkeriya Tirk û siyasetên wê eşkere bikin û helwesteke cidî li hember sûcên li dijî sûriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, nîşan bidin.

(fr)

ANHA