​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir

Şêniyên herêma Cizîrê di merasîmê şehîd Mihyedîn Gulo de diyar kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tola şehîdên xwe hilîne û di parastina xaka xwe ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de gav şûde navbêje.

​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
​​​​​​​Bi hezaran şehîd Mihyedîn Gulo oxir kir
10 tebax, 2022   18:56
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihyedîn Gulo yê ku duh di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Qamişloyê de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvî Seyid axivî û got, beşdarbûna bi dehhezaran di merasîmê şehîd de, bersiva herî xurt a li hemberî êrişên dijmin e û got: "Em xwediyê bi dehhezaran şehîdan in. Ji ber vê yekê tu kes nikare vîna me bişkîne. Em ê tola şehîdên xwe hilînin."

Hêvî Seyid anî ziman ku ev ne cara yekemîn e ku ji malbata Gulo ya welatparêz re sersaxî dixwazin û wiha domand: "Malbatê bi dehan zarokên xwe ji bo vî gelî dan. Em şehadeta Mihyedîn Gulo li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û tevahî gelên xwe pîroz dikin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvî Seyid axaftina apê Yûsif Gulo yê ku di êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi bîr xist ku dibêje: "Bi xwîna keç û xortên xwe me dara azadiyê av da. Ez amade me 50 zarokên xwe di oxira rizgarkirina buhostekê ji xaka Kurdistanê de bidim."

'EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE JI DIJMIN HILÎNIN'

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Murad jî hemû şehîdên azadiyê û şehîdên malbata Gulo bi bîr anîn û got, malbata Gulo li tevahî Kurdistanê bûye mînek.

Murad soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan da û got: "Em ê tola xwîna şehîdên xwe hilbînin. Di wê baweriyê de bin ku dijmin nikare moralê me bişkîne û em gav paşde navêjin, ji ber ku em di wê baweriyê de ku gelê me wê li kêleka me bisekine û wê piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî li dijî dijmin bidomîne."

'MÎNAKA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA KURDAN'

Endama rêveber a Kongra Star a Kantona Qamişlo Mencê Heyder got: "Malbata Gulo erka rizgarkirina Kurdistanê girt ser xwe û xwedî têkoşîn û berxwedaneke demdirêj e. Malbat mînaka berxwedan û têkoşîna kurdan e. Em di wê baweriyê de ku bi hezaran ji malbatên me yên welatparêz mîna malbata Gulo amade ne berdêlên giranbuha di oxira rizgarkirina her buhostek ji xaka Kurdistanê bidin. Me meşleya yekemîn a Şoreşa Rojava pêxist, em dizanin ku rêya li ber me dirêj e û em ê zarokên xwe feda bikin, lê em ê têkoşînê berdewam bikin ji ber ku em ji îrade û fikirên xwe bawer in."

'ŞEHADETA KURÊ MIN LI GELÊ BERXWEDÊR PÎROZ BE'

Dayika şehîd Mihyedîn Îbrahîm Gulo, Şemsîxan Gulo bi xêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Ez bi we hemûyan serbilind im, ev e gelê berxwedêr ê ku bi şehîdên xwe ve girêdayî ye. Kombûna we ya li derdora şehîd bersiva li hemberî Rûsya, Amerîka û Tirkiyê ye."

Dayika şehîd, bal kişand ser têkoşîna kurê xwe û ev tişt anî ziman: "Şehîd Mihyedîn xwedî têkoşîneke dem dirêj e, dema ku endamê Koma Botan bû gelek caran ji aliyê rejîma Sûriyê ve hate girtin, lê dîsa jî terka xaka xwe Rojava nekir. Ez şehadeta wî li we hemûyan pîroz dikim."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin. Girse cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.

ANHA