Kolektîfa Piştevaniya Kurd ya Navnetewî: Li dijî polîtîkayê îmha û dagirkeriyê piştigiriyê bidin Kurdan

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî bi daxuyaniyek ragihand; “Li hemberî helwesta NATO ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Em ji her kesî dixwazin ku di vê dema krîtîk de piştgiriyê bidin Kurdan.”

Kolektîfa Piştevaniya Kurd ya Navnetewî: Li dijî polîtîkayê îmha û dagirkeriyê piştigiriyê bidin Kurdan
10 tebax, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî, li dijî êrîşên îmha û dagirkeriyê bang li alîgirên demokrasî û mafên mirovan; her kesên dijberê şer, dagirkerî, kuştina jinê û talankirina xwezayê kir, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Hevberdevka Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî aktîvîsta ji Efrîkaya Başûr û parêzvana mafên jinan Fazela Mahûmed got, “Bi rêya vê çalakiyê em dixwazin piştgiriyê bidin Kurdan. Li dijî piştgiriya NATO’yê ya ji bo polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Beriya her tiştî em operasyonên Tirkiyeyê yên li Iraqê ku bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û bi kujeriyê li dijî hêzên ku cîhan ji DAÎŞ’ê parastin dimeşîne, şermezar dikin.”

Nuqteyeke din a ku di daxuyaniyê de hate rexnekirin ew bû, ku Swêd û Fînlandiyayê di berdêla destpêkirina danûstandinên tevlîbûna li nava NATO’yê, di mijara Kurdan de serî li ber daxwazên Tirkiyeyê tewandine. Hevberdevkê komê parlamenterê berê yê Elmanyayê Jurgen Klûte got, “Ji ber vê yekê em ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin ku serî li ber polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan netewînin û di mijara radestkirina welatiyên Kurd de daxwazên nerewa red bikin. Fikara me ya bingehîn parastina pîvanên demokratîk e, parastina demokrasiya me girîng e.”

Fazela Mahûmed û Jurgen Klûte her wiha bal kişandin ser serdana dawî ya Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock a li Tirkiyeyê û diyar kirin ku rexneya Baerbock a di mijara binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan, helwesteke erênî ye. Hevberdevkan gotin, “Em bang li Birêz Baerbock dikin ku dilsozê vê xeta polîtîka derve bimîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.”

Daxuyanî wiha ye:

“Piştgiriya hêzên navneteweyî ya ji bo êrîşên li ser gelê Kurd êdî mayinde bûye. Herî dawî di Civîna Bilind a NATO’yê de ya li Madrîdê, ji bo pêvajoya serlêdana tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO’yê polîtîkayên komkujiyê yên Erdogan ên li dijî Kurdan hatin erêkirin. NATO’yê jî ji bo rakirina vetoya Tirkiyeyê, peyameke qirêj li ser Kurdan çêkir û destûr da Erdogan ku paqijiya etnîkî bike. Erdogan ev rewş careke din bi kar anî û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê di oxira berjewendiyên aborî, leşkerî û dîplomatîk de hate fedakirin.

Hîn beriya çend salan rewş gelekî cuda bû: di şerê dijî DAÎŞ’ê de Koalîsyona Global neçar ma ku gelê Kurd û hevalbendên wan weke hêza parastinê ya herî bi bandor a welatê xwe pênase bikin û piştgiriya wan bikin. Di vî şerî de bi deh hezaran jin û mêr ên Kurd û ji gelên din gelek şervanan jiyana xwe ji dest dan. Cîhanê ew bi wêrekî û lehengiyê nas kir. Eşkere ye ku di vê pêvajoya şer de Erdogan piştgirî da DAÎŞ’ê û rejîma Erdogan îro jî beşek ji Rojava (Bakurê Sûriyeyê) dagir dike. Di encama vê yekê de jî hate ragihandin ku şêniyên herêmê bi zorê hatin sirgûnkirin, êşkence li wan hate kirin û hatin kuştin.

Lê belê Serokkomarê Tirk hewldanên Kurdan ên ji bo mafên bingehîn ên însanî weke şantajekê bi kar tîne, sûc dihesibîne û sîstema navneteweyî jî gelê Kurd ji însafa wî re hiştiye. Civîna bilind a NATO’yê ji bo êrîşî Kurdan bike rê da Tirkiyeyê. Ev yek tê wê wateyê ku xençer ji pişt ve li Kurdan hatiye xistin. Ev gava NATO’yê li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û jê wêdetir, tê wateya binpêkirina mafên mirovan.

‘KURD BÛN HÊVÎ’

Dewleta Tirk di halê hazir de rêxistiniyeke otorîter, asîmîlasyonker û neteweperest e. Tirk an jî Kurd bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û aktîvîst hatine girtin. Sîstema navneteweyî şerê Tirkiyeyê yê li nava sînorê xwe yê li dijî Kurdan erê dike û ev yek jî daxwaza Erdogan a ji bo desteserkirinê mezintir dike.

Piştgiriya ku ji salên 1980’î û vir ve di asta navneteweyî de tê dayin, kir ku di mijara polîtîkayên tundiyê ya der barê pirsgirêka Kurd de hîn bi wêrekî tevbigere û ev tundî û şer dema dawî derbasî Sûriye û Iraqê jî bû.

Yekane çareseriya aştiyane bi wê yekê pêkane ku herdu alî li dora maseya danûstandinan rûnên.

Têkoşîna Kurdan, di sedsala bîst û yekê de ji bo demokrasî, azadiya zayendî ya civakî û ekolojiyê têkoşîneke ku ev nirx li cîhanê di bin gefê de ne. Berevajî pêla siyaseta rastgiriyê ku xwe dispêre neteweperestî, dijminatiya li jinan û nijadperestiyê, Kurd û hevalbendên wan ên li Rojava (Bakurê Sûriyeyê) û tevahiya Sûriyeyê, modeleke rêveberiya berfireh ava kirine ku weke ‘konfederalîzma demokratîk’ tê naskirin û bi vî rengî ji têkoşînên demokratîk ên li tevahiya cîhanê re bûne hêvî.

‘EM BI KURDAN RE NE’

Li dijî nêzîkatiya NATO’yê ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Em li dijî operasyonên Tirk ên kujer ên li Iraqê ne ku dixwaze hêzên ku cîhan ji DAÎŞ’ê parastin, bikuje.

Em ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin ku daxwazên antî demokratîk û nerewa yên Erdogan bi cih nîne ku daxwaza radestkirina Kurdan dike; ne em ne jî gelên van welatan wê destûrê nedin vê yekê. Em; ku ji bo demokrasî, azadî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşin, ji wijdanê gelên cîhanê mafdariyê werdigirin û em ji dîktatoran gelekî xurtir in.

Li dijî çalakiyên durû yên ku nûnerên rewa yên gelê Kurd û hevalbendên wan ên li Tirkiyeyê terorîze dikin, em ê bibin yek.

Em alîgirê demokrasî û mafên mirovan e, em li dijî dagirkerî, qirkerî, kuştina jinan û talankirina xwezayê ne. Em bang li her kesî dikin ên ku xwedî vê nêrînê ne, ku piştgiriyê bidin Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî. Em bi hev re dikarin polîtîkayên şer ên bêdawî têk bibin, em dikarin dawî li tiştên niha tên serê Kurdan bînin, em dikarin nehêlin ku niha yan jî dema bê bi ser komên bêparastin ên li çar aliyên cîhanê neyê.

Çawa ku em li welatê xwe li dijî rêxistinî û siyaseta zordar têdikoşin, li dijî gefên Erdogan ên ji bo paqijiya etnîkî ku îro li hemberî hêzên ku DAÎŞ têk birine dike, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re em li hev kom dibin. Em ji her kesî dixwazin ku di vê dema krîtîk de piştgiriyê bidin tevgera Kurd, ji bo piştgiriya bi kurdan, gelan, azadî, demokrasî û aştiyê bi me re tevbigerin.”

Lîsteya kesayetên mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:

 

“Shirin Ebadi, Parêzvana Mafên Mirovan, Xwediyê Xelata Nobelê ya sala 2003’an, Îran

Jody Williams, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1997’an, DYE

Elfriede Jelinek, Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2004’an, Awûstûrya

Yanis Varoufakis, profesorê aboriyê, endamê Parlamenta Yewnan û lîderê MeRA25, hevparê damezrandina DîEM25

David Adler, Koordînatorê Giştî, Progressive International, DYE

Jeremy Corbyn, Parlamenterê Bakurê Islington, Lîderê berê yê Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan

Srecko Horvat, Fîlozof, hevparê damezrandina DîEM25, Xirvatistan

Massimo D’Alema, Serokê berê yê Konseya Wezîran a Komara Îtalyayê, Îtalya

Gregor Gysi, Parlamentê Elmanyayê, Hevserokê berê yê Dîe Lînke û Serokê berê yê Çep a Ewropayê, Elmanya

Zingiswa Losi, Serokê Kongreya Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU), S-Afrika

Otmar Steinbicker, Edîtorê Aachener Friedensmagazin, Elmanya

Amineh Kakabaveh, Endama Parlamenta Swêdê, Swêd

Ögmundur Jónasson, Wezîrê Berê yê Edaletê, Îzlanda

Pierre Laurent, Alîkarê Serokê Senatoyê, Serokê Konseya Neteweyî ya PCF, Fransa

Jonas Staal, Hunermend, Damezrînerê New World Summit, Hollanda

Daniel Riazat, Endamê Parlamenta Swêdê, Swêd

Kariane Westrheim, Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Başkanı, Norwêc

Jürgen Klute, Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê û Serokê berê yê Koma Dosxtaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê, Koma Çep

Ken Loach, Derhênerê Fîlm û Senarîst, Îngilistan

Gabi Zimmer, Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û Seroka berê ya GUE/NGL, Elmanya

Elisabeth Decrey, Seroka Berê ya Komara Cenevre û Parlamenta Kantonê, Swîsre

Stefanie Prezioso, Endama Konseya Neteweyî, Together on the Left-Cenevre, Swîsre

Laurence Fehlmann Rielle, Endama Konseya Neteweyî PS/Geneva an jî Parlamenta Swîsreyê (Konseya Neteweyî)

Franco Cavalli, Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Serokê berê yê Koma Sosyalîst û dijberê kanserê ya navneteweyî, Swîsre

Raúl Prada Alcoreza, Fîlozof û Sosyolog, Universidad Mayor de San Andrés, Bolîvya

Cristian Delgado, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya

Leonor Yonda, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya

Jose Santos, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya

Robert Daza, Senatorê Komara Kolombiyayê

Milena Ochoa, Dîrektora CEDINS, Endama Konseya PI, Kongreya Gelan, Kolombiya

Radha D’Souza, Nivîskar, Akademîsyen li Zanîngeha Westmînîsterê Profesor, Îngilistan

Kim Johnson, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan

Mick Whitley, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan

John McDonnell, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan

Zarah Sultana, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan

Uffe Elbæk, Endamê Parlamenta Danîmarkayê û Wezîrê Çandê yê berê yê Danîmarkayê

Eva Flyvholm, Endama Parlamenta Danîmarkayê, Danîmarka

Pernille Frahm, Endama berê ya Parlamenta Ewropayê, Danîmarka

Christian Juhl, Endama Parlamenta Danîmarkayê, Danîmarka

Søren Søndergaard, Endamê berê yê Parlamenta Ewropayê, Parlamenterê Danîmarkayê

Villo Sigurdsson, Şaredarê berê yê Kopenhagenê, Danîmarka

Bjørnar Moxnes, Lîderê Partiya Rødt û Endamê Parlamenta Norwêcê, Norwêc

Anton Gomez-Reino, MP Podemos, Galicia en Comun, Congreso Diputados, Spanya

Vincenç Vidal, Endamê Parlamenta Spanyayê

Anna Miranda, PE-BNG, Spanya

Rebekka Timmer, Seroka Partiya BIJ1, Hollanda

Fatima Faïd Haagse, Seroka Partiya Staats, Hollanda

Håkan Svenneling, Parlamenterê Partiya Çep, Berdevkê Têkiliyên Derve, Swêd

Leo Gabriel, Antropolog û endamê Konseya Navneteweyî ya DSF, Awûstûrya

Stellan Vinthagen, Zanîngeha Massachusetts Amherst, DYE

Karl-Heinz Lambertz, Serokê Parlamenta Civaka bi Elmanî Diaxive a Belçîkayê

Antonios Antoniadis, Alîkarê Serokê Parlamenta Civaka bi Elmanî Diaxive a Belçîkayê

Matthias Zimmermann, Serokê SP Ostbelgien, Belçîka

Paolo Ferrero, Wezîrê berê, Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê, Îtalya

Massimiliano Smeriglio, Endamê Parlamenta Ewropayê, S&D, Îtalya

Zerrin Baratay, Kesk, Endama Meclîsa Herêmê, Auvergne-Rhone Alpes, Fransa

Benjamin Joyeux, Kesk, Endamê Meclîsa Herêmê, Auvergne-Rhone Alpes, Fransa

François ALFONSI, Parlamentê PE’yê, Koma Keskan/Tifaqa Azad a Ewropa (EELV). Fransa

Benoît Biteau, MEP, EELV, Fransa

Damien CARÊME ,MEP, EELV, Fransa

David Cormand, MEP, EELV, Fransa

Gwendoline Delbos-Corfield, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, ELLV, Fransa

Claude Gruffat, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, EELV

Caroline Rosse, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, Fransa

Mounir Satouri, Parlamenterê Parlamenta Ewropayê, Fransa

Gary Diderich, Hevserokê Déi Lénk (Çep), Luksemburg

Carole Thoma, Hevseroka Déi Lénk (Çep), Luksemburg

Debbie Bookchin, Rojnamevan û Nivîskar, DYE

Matt Meyer, Sektereê Giştî, Komeleya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî

Gökay Akbulut, Parlamenta Dîe Lînke, Elmanya.