ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2022
9 tebax, 2022   23:00

-Şêniyên Qamişlo cenazeyê Mihyedîn Gulo yê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qamişloyê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, seat 18:00'an. Şêniyên navçeya Tirbesiyê cenazeyê şehîd Dilsoz li Goristana Şehîd Dilêşr a li gundê Dugurê dispêrin axê, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Til Koçer û Girkê Legê cenazeyê şehîd Mahir Ebas El-Ezba li Goristana Şehîd Iqab El-Eswed a Til Koçberê vedişêrin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li ser banga dayikên şehîdan, şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke protestoyê li Qada Şengal li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Hundirîn daxuyaniyekê li avahiya desteyê ya bajarê Qamişlo dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên Dêrikê meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, zarokên kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê daxuyaniyekê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker tevî ku çekên pêşketî û kîmyewî bi kar tîne, roj bi roj li hember berxwedana gerîla ya çiyayên Kurdistanê bi bin dikeve. Her wiha banga piştgiriya berxwedana gerîla kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Metranê suryanên Artodoks ê herêmên Cizîr û Firatê, Mar Morîs Emsîh destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyên herêmê dixin metirsiyê û bang li cîhanê kir ku sînorekê ji dewleta Tirk re deyne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, rûspiyan pêwîstiya berdewamkirina destekdayîna QSD`ê li hember van êrişan destnîşan kirin û bang li gelên herêmê kirin ku têkoşînê mezin bikin ji bo ku herêmên dagirkirî rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên El-Şeîtat komkujiya ku DAIŞ`ê beriya 8 salan pêk aniye, şermezar kir û rola şervanên QSD`ê yên ku herêm rizgar kir silav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ode û tekitiyên girêdayî TEV-DEM`ê di çarçoveya rewşa awarte de ku li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker hatiye ragihandin, amadekariyên xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tecrîda şidandî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê, dê di Îlonê de li Misirê bicivin û vê dozê bi parêzerên Ereb û aliyên hiqûqî yên li derveyî welat re nîqaş bikin. Parêzeran got, “Îmralî lutkeya binpêkirinan e û zindanek di hundirê zindanekê de ye. Em ê jî di vê dozê de leşkerên qanûnî yên dilsoz bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakvanên jin ên sûrî, gotin ew heyranên şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û teqezî bi pêwîstiya pêşxistina zanabûna civakî kir ku wekheviyê di navbera her du zaynendan de nas dike û pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILTA NAVÎN

- Gelek nêrînên Tûnisî der barê siyasetên serok Qeys Seîd ên dawî derketin, lê ev nehişt ku li ser dawîkirina serdema El-Îxwan û Îslama siyasî li Tûnisê li hev nekin.

CIWAN

- Ciwanên Reqayê diyar kirin ku ew di çarçoveya rewşa awarte de li gor şerê gel ê şoreşgerî tedbîrên parastina herêmê digirin, hemwextî wê jî ciwanên Minbicê û gundewarê wê bi dewreyên perwerdeyê xwe ji bo êrişan amade dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA