​​​​​​​Şêniyên Qamişlo ji bo birîndarên êrişê xwînê didin

Bi sedan şêniyên Qamişlo ji bo birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan nexweşxaneyên Şehîd Xebat û ya Dil û Çavan da ku xwînê bidin.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo ji bo birîndarên êrişê xwînê didin
9 tebax, 2022   20:05
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker îro bi balafirên bêmirov ên biçek û hawnan êrişî bajarê Qamişlo û gundên ser sînor ên navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Tirbespiyê, Çilaxa û Amûdê kir.

Nexweşxaneya Şehîd Xebat û ya Dil û Çavan bang li welatiyan kir ku ji bo birîndaran xwînê bidin.

Li ser vê bangê şêniyan berî dan nexweşxaneyê û xwîn da.

Welatiyên ku xwîna dan birîndaran ji ANHA'yê re axivîn.

parêzera bi navê Xedîce Îbrahîm a ji Qamişlo diyar kir ku ew xwedî li banga nexweşxaneya Şehîd Xebat û ya Dil û Çavan derketin û got: “Me yekser berê xwe dan nexweşxaneyê da ku em xwînê bidin, divê welatî li ber êrişên dagirkeriya Tirk serî netewînin û bi yekrêziyekê wan êrişan têk bibin.”

Xedîce Îbrahîm wiha domand: “Êrişên dagirkeriya Tirk didomin û di encamê de welatî û zarok şehîd dibin. Me soz da ku em bibin yek dest û êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin, her wiha em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta nefesa dawî li ser şopa wan bin.”

Her wiha Xedîce Îbrahîm bang li gelên herêmê kir ku xwe nespêrin dewletên garantor û got: “Divê em bi yekrêziyekê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bisekinin.

Her wiha hemşeriyê di nexweşxaneya Dil û Çavan, Hîşam Ebû Zêd wiha axivî: “Gava di encama êrişan de birîndar çêbûn me bang li welatiyan kir ku xwînê bidin birîndaran, heta niha zêdetirî 100 kesî ji cureyên xwînê yên cuda xwîn dan.”

 (mh)

ANHA