​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin

Cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El-Ekran Hisên Elî El-Elî bi merasîmekê li Minbicê hat veşartin. Di merasîmê de şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ednan El-Henefî hat bi bîranîn.

​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê ji bo şehîd El-Elî û El-Henefî merasîm hat lidarxistin
9 tebax, 2022   18:55
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê wê cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad Hisên Elî El-Elî yê dema erka xwe bi cih dianî gihişt asta şehadetê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a başûrê bajarê Minbicê veşartin.

Şêniyên cenazeyê şehîd ji ber Nexwexşaneya Firatê wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve çûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir.

Piştre fermandarê Hêzên Cebhet El-Ekrad Bakur Şehba axivî û got: "Hisên Elî El-Elî soza parastina xaka xwe û rumeta gelê xwe da û di oxira wê de berdêlên giranbuha da û tev li karwanê şehîdan bû,"

Bakur Şehba soza parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê da.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hemade wiha got: "Em hemû şehîdên ku xwîna xwe dana da ku welat bijî û em bi aştî û aramî bijîn, silav dikin. Em bi şehîdên xwe serbilind in."

Hevserokê Komîteya Karûbarê Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî anî ziman ku Minbicê bajarê şehîdan e, bajarê lehengên ku xak û rûmeta xwe parastin û xwîna wan welat av da.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Îdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Her wiha nasnameya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ednan El-Henefî yê ku dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, hat xwend û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd Hisên Elî El-Elî di nava tilîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA