Bîlançoya 10 rojan a sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên li Efrîna dagirkirî

Sûcên dewleta Tirk a dagirker wekî cezayê darvekirinê, qetilkirin, revandin, qutkirina daran, wêrankirina xwezayê û talankirina şûnwaran li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dikin. Ajansa me sûcên di 10 rojên dawîn de li Efrîna dagikirî pêk hatine belge kirin.

Bîlançoya 10 rojan a sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên li Efrîna dagirkirî
9 tebax, 2022   06:24
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Ajansa me sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 10 rojên dawîn de li kantona Efrînê ya dagirkirî pêk hatine, belge kirin.

“Dadgeha Cînayetan” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê ya dagirkirî di 30`ê Tîrmeha borî de li dijî hejmareke welatiyên ji aliyê MÎT`ê û çeteyên wê ve di demên cuda hatibûn revandin, ceza birîn.

*Welatiyê bi navê Hisên Yûsif Mistefa Hisên (20) ku di 28`ê Nîsana 2021`ê de MÎT`ê û çeteyên girêdayî wê ew revandibûn, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

*Li welatiyê bi navê Yûsif Mistefa Hisên 3 sal û li dijî hevsera wî Zeyneb Mihemed Oleşilî ku 12`ê Hezîrana 2021`an hatibû revandin jî 12 sal cezayê girtinê lê hat birîn.

*Li welatiyê bi navê Mistefa Mihemed Hisên (27) ku 2019`an hatibû revandin, 13 sal cezayê girtinê hate birîn.

*Welatiyê bi navê Izedîn Yûsif Hisên (17) ku 5`ê Gulana 2019`an hatibû revandin 13 sal cezayê girtinê lê hate birîn.

Li gorî qanûnên navneteweyî, ji ber çi sedemê be jî mafê dewleteke dagirker nîn e ku li dijî welatiyên dewleteke din cezayan bibire, bi taybet cezayê darvekirinê.

Lê belê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî yên li herêmê mane, sûcan pêk tîne û li hemberî wê jî civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî bêdeng in.

Nifûsa Kurdan li kantonê ji sedî 95 bû, lê li gorî rêxistinên hiqûqî yên ku sûcên dewleta Tirk a dagirekr li kantona Efrînê belge dikin, niha Kurd li Efrînê tenê ji sedî 23 mane.

Têkildarî mijarê, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo axivî û anî ziman ku ev hikum dijberî qanûnên Yekitiya Ewropayê (YE) ye, lê ji ber ku li Efrînê tevlîhevî heye û ewlehî nîn e hikumên darvekirin û girtina heta hetayê dibirin, her wiha welatiyan vediguhêzin axa Tirkiyê û li wir  dadgeh dikin.

Şêxo da zanîn ku welatiyê bi navê Hisên Mistefa Hisên dema hat revandin 17 salî bû, yanî zarok bû û hikumên li mezinan tên birîn ji hikumên li zarokan tên birîn cuda ne. Şêxo wiha dewam kir: “Ev hikum qanûnên cezayan yên Sûriyê û yên navneteweyî jî binpê dike. Di heman demê de hîna aqûbeta 3 kesên din ên heman malbatê ne diyar e.”

Şêxo destnîşan kir ku ne ji mafê vê "dadgehê" ye ku van hikuman bibire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî madeya 42`an a lîsteya Lahay 1907`an divê nifûs were parastin û guhartinên demografiyê li herêmê çênebin, her wiha divê welatî li ser têkiliyên bi rêveberiyên berê re neyên cezakirin. Lê dîsa jî dewleta Tirk berovajî vê yekê dike û li dijî welatiyan hikumê darvekirinê dibire. Mînaka wê jî hikmên berê yên li Serêkaniyê, Efrîn û tevahiya herêmên li bakurê Sûriyê hatine dagirkirin, hatine birîn e."

Şêxo anî ziman ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê van hikuman şermezar dike û bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bike da kuê wê neçarî belatkirina van hikuman bike û welatiyan serbest berde. Di heman demê de bang li UNICEF`ê kir û got Hisên Yûsif Mistefa Hisên û Izedîn Yûsif Mistefa Hisên zarok in û ji erka wê ye parastina zarokan û hemû girtiyan bike.

JI CINDIRÊSÊ, BILBILÊ Û ŞIYÊ KALMÊREK HATE QETILKIRIN Û JI WAN JINEK, 7 WELATÎ HATIN REVANDIN

*Çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê” girtin ser mala kalmêrê bi navê Silêman Hemko (73) ê ji gundê Kanî Gewrikê yê navçeya Cindirêsê û dema ku hewl dan mala wî bidizin, bi tundî lê dan û ew qetil kir.

*Çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê ragihand ku MÎT`ê 4 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandine û navên wan wiha ne:

*Nûrî Mihemed Elî Îso (24)

*Îmad Mihemed Hemo (33)

*Mehmûd Seîd Casim El-Mihemed (34)

*Îlham Mihemed Hesen (47)

Li gorî heman çavkaniyan, MÎT`ê kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birine û çarenûsa wan nayê zanîn.

*Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên artêşa Tirk a dagirker jî welatiya bi navê Kurdistan Menan Mistefa (37) a ji gundê Kêla yê navçeya Bilbilê bi hincetên bêbingeh revand.

*MÎT`a Tirk girt ser malên du kesên temenmezin ên ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê û ew revandin. Navên wan jî Mehmûd Keleş (70) yê bi navê Xoçe Hecî tê nasîn û Hesen Sebrî (60).

DEWLETA TIRK A DAGIRKER XWEZAYA EFRÎNÊ WÊRAN DIKE

Çavkaniyekî xwecehî ragihand ku çeteyên "Firqeya El Hemze" li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa 250 dar bi çavdêriya efserên Tirk bi hinceta ku nêzî baregehên leşkerî ne, qut kirin.

Her wiha çeteyên "Firqeya Sultan Mûrad" zêdetirî 85 darên zeytûnan ku temenê wan zêdetirî 40 salî bû û yên girêdayî welatiyê bi navê "Şêx Mûsa Muxtar" ê ji gundê Qestel Kişk ê Bilbilê, qut kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya qutkirina daran hewl dide xwezaya Efrînê wêran bike û welatiyan bide koçber kirin.

RÛXANDINA ŞÛNWARAN

Çavkaniyên xwecehî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li cihê dîrokî “Bîra Coza” yê li gundê Birîmce yê navçeya Mabeta xebatên kolandinê kirine û rûxandine. Dewleta Tirk a dagirker bi avakirina mêtîngehan û bicihkirina penaberên sûrî li malên Efrînê, her wiha talankirina xwezayê û şûnwaran hewl dide demografiya herêmê biguherîne.

(eh)

ANHA