`Tecrîdkirina rêber Ocalan ji mafên xwe binpêkirineke mezin a qanûnên navneteweyî ye`

Lêkolîner û nivîskarên ereb û tirk destnîşan kirin ku berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bêparkirina wî ji hevdîtina bi malbat û parêzeran re, binpêkirineke mezin a qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e. Her wiha diyar kirin ku hêz û rêxistinên navneteweyî, dosyaya mafên mirovan di aliyê siyasî de bi kar tînin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

`Tecrîdkirina rêber Ocalan ji mafên xwe binpêkirineke mezin a qanûnên navneteweyî ye`
9 tebax, 2022   01:37
QAHÎRA-MUHSÊN EL-MISRÎ

Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî, tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Di 28`ê Tîrmeha borî de, parêzerên Nivîsgeha Serdemê ya Hiqûqî Îbrahîm Yilmaz, Newroz Oysal, Mazlûm Dinç, Cengîz Yureklî careke din daxwaznameyek ji nivîsgeha dozgerê giştî yê bajarê Bursayê û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê re pêşkêş kir ji bo ku bi mewkîlê xwe rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ku di şert û mercên dijwar re derbas dibe li gel ku tecrîdeke giran lê hatiye ferzkirin û ji 16 mehan ve agahî jê qut bûne.

Parêzer Rêzan Sarîca û Newroz Oysal piştî 8 salan di 2 û 22`yê Gulanê û 12, 18`ê Hezîranê de û 7`ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin bi mewkîlê xwe re pêk anî. Piştre desthilata Tirk hemû daxwaznameyên hevdîtinê red kirin.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku desthilata Tirk li rêber Ocalan qedexeya hevdîtinê bi parêzeran re ya 3 salan biriye.

Ruxmî bêdengiya navneteweyî, lê gelek kesayetên ereb û navneteweyî piştgiriya xwe bi rêber Ocalan re rave kir û siyasetên dewleta Tirk red kirin.

DUALÎ Û ERKDARKIRINA SIYASÎ YA MAFÊN MIROVAN

/kr/uploads/files/2022/08/08/184140_-.webp

Lêkolînerê siyasî yê ji Filistînê Mihemed Ebû Mihadî di hevpeyvîneke taybet li gel ajansa me de got: “Bi tecrubeyê îsbat bû ku hikumet û rêxistinên cuda yên navneteweyî, bi mijarê mafên mirovan re weke ku mijareke sabît e mijul nabin ku divê li her derê were parastin. Lê belê weke mijarek e ku dikarin di aliyê siyasî de li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin, lê dinêrin.”

Ebû Mihadî wiha domand: “DYA, modela herî zelal a dualîbûna helwestên girêdayî mafan e. Carekê radigihîne ku li rex pergalên zordest û gendelî ye, maf û azadiya binpê dike û di siyaset, ewlehî û aborî de pê re dibe şirîk. Ji ber ew pergal li gorî hewaya wê ye, dijminatiya welatan dikin ku dijberî siyasetên DYA`yê ne. Her wiha piraniya welatên Yekitiya Ewropayê (YE) heman siyaseta DYA`yê dimeşînin.”

Ebû Mihadî destnîşan kir ku NY, desteyên hiqûqî yên girêdayî wê, rêxisitnên mafên mirovan ên li cîhanê belav bûne, rûyeke din ên siyaseta welatan e û pirî caran li gorî perspektîfên wan welatan tev digerin.

Der barê doza rêber Abdullah Ocalan de Ebû Mihadî got: “Birêz Ocalan bû qurbanê berjewendiyên dewletan. Diyar bû ku sedema dîlgirtina wî û mayîna wî di girtîgehê de, necidîbûna civata navneteweyî li hember dozên mafên tekakesî û komî bû. Di nav de doza gelê Kurd ku cîhan wî însaf nake û li hember sûcên li dijî vî gelî pêk tên, bêdeng e.”

Her wiha Ebû Mihadî îşaret pê kir ku rejîma Tirk, şirîkê duyemîn ê girîng ê NATO`yê ye û wiha pê de çû: “Berjewendiyên rojavayî pêk tîne. Ji ber wê cîhan, li hember sûcên ku li dijî muxalefeta Tirkiyê û partiyên Kurd pêk tîne, sûcên li dijî serdestiya dewletan pêk tîne mîna Iraq, Sûriyê, Lîbya û gelek welatên din, bêdeng e. Ji ber ev pergal, beşek ji hevbendiyeke leşkerî ye ku li ser asta navneteweyî sûcan li dijî welatan û gelan pêk tîne û bi firehiya gerdûnê bi hezaran azaran çêdike. Ji ber wê bêdengî heye heta ku berjewendî diqedin.”

Têkildarî helwesta rêxistinên navneteweyî li hember doza kurd û azadiya rêber Ocalan û bi hezaran girtiyan, Ebû Mihadî wiha anî ziman: “Guhertina van helwestan, bi diyarkirina niyeta baş a van welatan, pêk nayê. Lê belê dê di encama aktîfkirina kaxizên bihêz ên gelê Kurd de pêk were. Ev yek bi yekkirina helwesta kurdî ji gelek dozên girêdayî pêşeroja xwe, têkoşîna xwe, mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe û xurtkirina têkiliyan bi tevgerên hevgirtinê, partiyên li cîhanê û welatan re ku berjewendiyên wan ên yekser bi Enqereyê re nîn in, dest pê dike.”

DÛRÛTIYA NAVNETEWEYÎ

/kr/uploads/files/2022/08/08/184123_-2.webp

Têkildarî heman mijarê nivîskarê ji Misirê Îlham Milîcî got: “Bêdengiya biguman a navneteweyî li hember sûcên desthilata Tirk li dijî rêberê kurdî Abdullah Ocalan dûrûtiya navneteweyî eşkere dike. Yan jî dûrûtiya ku sîfeteke giştî ya dewletên ewropî ye eşkere dike ku pirî caran behsa qanûnên mafên mirovan dikin û îdia dikin ku pabendî wê ne û rêzê jê re digirin, di têkiliyên xwe bi dewleta û pergalan re wê esas digirin.”

El-Milîcî destnîşan kir ku rewşa heyî teqez dike ku pîvana têkiliyên dewletên ewropî bi welatên din re rêve dibe, berjewendî û qezenc e beyî ku pabendî bi rêzgirtina mafên mirovan be yan na.

El-Milîcî wiha berdewam kir: “Belê em dikarin bêjin ku slogana mafên mirovan hin caran wek helamet (reşkê bustanan) ji bo rejîman bi kar tînin ji bo armancên siyasî û aborî bi dest bixin.”

Nivîskarê ji Misrê diyar kir ku têkiliya bi rejîma Tirk re, modelek e ku dûrûtiya şermûk eşkere dike, ji ber ku rejîma Tirk hovantirîn sûcan li dijî rêberekî pêk tîne ku sûcê wî yê yekane parastina mafên rewa yên gelê xwe ye.

El-Milîcî daxuyand ku dewletên rojavayî bi giştî, li hember sûcên rejîma Tirk çav û guhê xwe digirin ji ber ku li ser berjewendiyên xwe yên aborî ditirsin û her wiha dixwazin piştgiriya rejîma Tirk a ji bo siyasetên rojava bi dest bixin, ji bilî ku hêzên leşkerî yên Tirkiyê di NATO`yê de hêzên çalak in û xwedî pîvan in.

PERGALEKE PEREST

/kr/uploads/files/2022/08/08/184055_-.webp

Girêdayî hema çarçoveyê nivîskarê Tirk Mihemed Emîn got: “Ger em bala xwe bidin dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de, em ê bibînin ku bi hêzeke ji karînên Tirkiyê yên wê demê bihêztir, dîl hate girtin. Ji wê bêtir em dikarin bêjin bi hevkariya hêzên dewletên mezin ên cîhanê ev yek pêk hat.”

Emîn wiha domand: “Serokwezîrê Tirk ê wê demê Bulent Ecevît dema dîlgirtina rêber Ocalan got; Nizanim ji ku hat û çima anîn Tirkiyê. Ev daxuyanî, ji aliyê çapemeniyê ve diyar e û di erşîva çapemeniya fermî ya Tirkiyê de qeyd kirî ye.”

Emîn got ji 23`ê salan ve, li rêber Abdullah Ocalan hemû cureyên îşkence û tecrîdê pêk tê, ji hevdîtinên bi parêzeran re û mafên girtiyan bê par hatiye kirin, ev yek li dijî qanûnên navneteweyî û heta destûra Tirkiyê ye.

Emîn ev li gotinên xwe zêde kir: “Sûcên li dijî rêber Ocalan di girtîgehê de pêk tên, pêşketina demokratiyê li Tirkiyê asteng dike. Li pêşiya çareserkirina doza kurd dibe bend. Bi taybet li gel vê tecrîdê, nîqaş têkildarî çareserkirina doza kurd di qada Tirkiyê de tê kirin. Mijarê bê hebûna xwediyê wê yanî Ocalan nîqaş dikin. Ev îsbat dike ku cidîbûnek ji bo çareserkirina doza kurd tune ye.”

Lêkolînerê Tirk diyar kir ku rêxistinên navneteweyî ketine bin kontrola desthilata li Tirkiyê û destnîşan kir ku ew raporan ji hikumetê re pêşkêş dikin, lê wê naşopînin û tiştekî ji bo dozê nakin. Ger ev tiştekî nîşan dide, ew jî ew e ku mijar tenê berjewendî û qezencên hevbeş in ne rêgez an jî exlaq in mîna ku îdia dikin.

Emîn anî ziman ku pergala Erdogan dîl kete destê MHP`ê ya netewperest ku baweriya wê bi mirovahiyê nayê û bi mafê jiyanê ya partî û neteweyên din bawer nake, rewşa niha li Tirkiyê vê yekê piştrast dike.

Mihemed Emîn di dawiyê de got: “Sûcên li dijî rêber Ocalan pêk tên, rastiya mafên mirovan eşkere dike ku li Tirkiyê tune ne. Heta ku desthilata Tirk bi erkê xwe li hember girtiyan ranabe. Li gorî dîrokî someriyan beriya bi hezaran salan bi rêbazeke baş bi girtiyan û dîlgiriyan re mijul dibûn. Girtî wê demê, her tim di bin çavdêriya bijîşkan de bûn û agahiyên malbatên wan jê hebûn. Lê ev yek di serdema modern û pêşketî de û li gel mafên mirovan mîna ku îdia dikin, li ser rêber Abdullah Ocalan tê qedexekirin.”

(şx)

ANHA