Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da

Meclisên malbatên şehîdan ên Herêma Cizîrê û komîteyên jinan ên meclisê êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên li dijî welatiyan şermezar kirin û diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker, îsrara wan a têkoşîn û berxwedanê kêm nakin.

Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
Malbatên Şehîdan êrişa Qamişlo şermezar kir û soza mezinkirina berxwedanê da
7 tebax, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek erebeyeke li taxa Sîna ya Qamişlo bombe kir, di encamê de endamê Saziya Dîspilîna Leşkerî Rûxaz Amûdê û 3 welatiyên din şehîd bûn, ji wan 2 zarokên bi navên Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên bûn.

Têkildarî mijarê, Meclisên Malbatên Şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Hemîs, Til Birak, Amûdê, Dirbêsiyê, Şedadê û Hesekê yên herêma Cizîrê daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyên hemû bajar û navçeyan de êrişên artêşa Tirk a dagirker û sûcên li dijî welatiyan hatin şermezarkirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî li pêş avahiya meclisê ya li Rimêlan, li Til Hemîsê hevserokê meclisê Ehmed El-Ebawî, hevseroka meclisê ya Amûdê Newroz Elî, endama meclisê ya Çilaxa Lîna El-Yûsiv, li Til Birakê endamê rêveber ê meclisê Ebdurezaq El-Eqre, li Hesekê endamê meclisê Rojda Ehmed, li Dirbêsiyê hevserokê meclisê Salim El-Salim û li Şedadê endama meclisa Zehre El-Ehmed daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniya hevbeş de ev hate gotin: "Li pêşberî çavên cîhana bêdeng Erdogan hîn jî bi armanca têkbirina çanda gelê herêmê di hemû rêbazan de berdewam dike, di serî de dixwaze destkefiyên gelê Kurd ên bi saya felsefeya rêber Ocalan pêk hatine ku pêkhateyên herêmê li hember tevahî hêzên komployan li dijî gelên herêmê pêk tînin, kir. Ev çend sal ji bo çarenûsa gelên bindest ku li hember êrişên Erdogan û çeteyên wê disekinin hestiyar in."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "Piştî li çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Erdogan serkeftin hatin qezenckirin, dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên ewle yên Rojava zêde kirin. Armanca wê ew e ku tirs û xofê belav bike, herêmên din dagir bike, demgorafiya biguherîne û desthilata Osmanî vegerîne."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîst e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe nas bike ku Erdogan hebûna gel dike armanc, ji ber ku toraniya Osmanî ji beriya 500 salî ve xwe li ser bingeha tunekirina çanda gelê herêmê ava kiriye û ola Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye.

Malbatên şehîdan bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li ser gel bi erka xwe rabe û destekê bide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di dawiya daxuyaniyê de jî êrişa bi balafira bêmirov a duh li taxa Sîna ya bajarê Qamişlo pêk hat, hate şermezarkirin.

Têkildarî mijarê li navçeya Dêrikê û bajarê Qamişlo jî Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. Li Qamişlo endama Komîteya Jinan Necah Silêman Seîd li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo daxuyanî xwend.

Li Dêrikê jî endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Şêrîn Omer li pêşiya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê daxuyanî xwend.

Di her du daxuyaniyan de êrişên derexlaqî ku dûrî qanûn û pîvanên navneteweyî ne, hatin şermezarkirin.

Jinan di her daxuyaniyan de li dijî gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza berxwedanê da.

(eh)

ANHA