Meclisa Jinan êrişa Qamişlo şermezar kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa artêşa Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li taxa Sîna ya bajarê Qamişlo ku di encamê de 4 kes û di nav de 2 zarok şehîd bûn, şermezar kir.

Meclisa Jinan êrişa Qamişlo şermezar kir
7 tebax, 2022   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê îro daxuyaniyek da û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir dibin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi aramî dijîn, dike armanc. Bi wê re hewl dide tirsê di nav welatiyan de belav bike û ewlehiya herêmê têk bibe û tevliheviyê derxîne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike welatî mal û xaka xwe biterikînin, bi wê yekê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û herêmên din ên Sûriyê dagirkir bike û xelkê wan herêman bide koçberkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk duh êvarê bi êrişî erebeyekê li taxa Sîna ya Qamişlo kir. Di encamê de 4 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok bûn, hejmareke din jî birîndar bû. Bi van êrişan hemû pîvanên exlaqî û mirovî bin pê dike. Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji giyanê kesên di encama terora dewleta Tirk de şehîd bûne re, dilovaniyê dixwazin."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de “êrişên hov” ên dagirkeriya Tirk li dijî sivîlan,  her wih bêdengiya şermok a civaka navneteweyî, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewletên îdiaya parastina gelê Sûriyê dikin, lê ji bo sekinandina li hember şerê qirkirinê ku herêm û gelê wan dike armanc û aloziya Sûriyê kûrtir dikin, tu helwestan nîşan nadin berpirsên van êrişan e.

(eh)

ANHA