Meclisa Kantona Şehbayê; Rêwîtiya berxwedanê ya 5 salan di navbera êrişên Tirkiyê û dorpêça Şamê de

Piştî rizgarkirina kanotna Şehba ji çeteyên DAIŞ`ê, Meclisa Kantona Şehbayê li gorî derfetên li ber destê xwe, hewl da ewlehiyê li kantonê vegerîne. Li rex wê jî, çanda berxwedanê li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê, sepand.

Meclisa Kantona Şehbayê; Rêwîtiya berxwedanê ya 5 salan di navbera êrişên Tirkiyê û dorpêça Şamê de
7 tebax, 2022   07:55
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê sala 2011`an re û piştî ku bû amûrek ji bo pêkanîna ajandeyên derve, sala 2012`an kantona Şehba veguherî qada nakokiyan di navbera komên çeteyan û çeteyên DAIŞ`ê de da ku wê kontrol bikin, hegemoy û zihniyeta xwe ya tarî û zordest li ser gelê wê ferz bikin.

Ji ber wan şeran, binesaziya kantonê wêran bû, şêniyên wê ji ber zulm û zorderiyê ber bi hundirê Sûriyê yan jî derveyî welêt ve koçber bûn. Ji ber wê heta beriya 2016`an hema bêje kanton vala bû.

JI BER ŞERÊN DI NAVBERA KOMÊN ÇETEYÊN DE BINESAZIYA KANTONÊ

Aloziya Sûriyê destpêka sala 2012`an gihaşt kantona Şehbayê dema komên çeteyên êrişî kantonê kir. Pê re çeteyên DAIŞ`ê kantona Şehba dagir kir heta ku kanton ji aliyên hêzên şoreşger ve hate rizgakirin.

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Kantona Şehba Cuma Kalo ji ajansa me re axivî û got: “Ji destpêka aloziyê ve, gelek guhertinên mezin li kantonê çêbûn. Opozîsyonê sala 2012`an kanton bi temamî kontrol kir. Şer di navbera komên çeteyên “Artêşa Azad” û “komên îslama radîkal” de çêbûn ku gelek dewletan bi rêya wan hewl dan mudaxeleya aloziyê bikin û girêktir bikin.”

Kalo diyar kir ku sala 2013`yan komên tundraw kanton kontrol kir û xwest çeteyên “Artêşa Azad” tev lê xwe bike. Di encamê de şer di navbera wan de çêbûn û ji ber wê şênî ber bi hundirê Sûriyê û derveyî welêt ve koçber bûn.

Her wiha Kalo daxuyand ku beriya rizgarkirina kantonê ji aliyên hêzên şoreşger ve ku ji ciwanên herêmê hatin avakirin, hema bêje jiyan tune bû.

Sala 2016`an piştî rizgarkirina beşek ji kantona Şehba ji aliyê Artêşa Şoreşgeran, Cebhet El-Ekrad û Eniya Parastina Jin ve, şênî dest bi vegerê kir û gelek projeyên aborî pêk anîn û herêmê geş kirin.

Di vî warî de Kalo got: “Li Şehba, gelek kargeh, projeyên çandiniyê û sewalvaniyê hebûn. Lê piştî dagirkirina wê ji aliyê çeteyan ve, ji ber şerên ku rû dane, binesaziya kantonê wêran bû. Ew kar û xebat rawestiyan. Ji ber wê şênî koçber bûn, aborî rawestiya û hema bêje kanton vala bû û kehrebe û av lê nîn bû.”

AVAKIRINA MECLISA KANTONA ŞEHBA

Di 7`ê Tebaxa 2017`an de, damezirandina Meclisa Kantona Şehba hate ragihandin. Pê re, meclisê li gorî derfetên xwe dest bi proje û xebatan kir. Rewşa kantonê hate guhertin, di gelek aliyan de geşepêdan çêbû û beşê rizgarkirî ji zulm û zordestiyê xilas bû.

Der barê wê pêvajoyê de Kalo wiha anî ziman: “Piştî rizgarkirina beşek ji Şehbayê, meclisên herêmî ji şêniyên wê hatin avakirin, da ku kantonê ji nû ve birêxistin bikin û şêniyên wê resen lê vegerin. Lê ji ber xebat û derfetên kêm û ji ber ku ev herêm, herêmeke leşkerî bû, hejmareke kêm a şêniyên koçber bûne, vegeriyan. Lê piştre bi domandina xebatan re şênî hêdî hêdî vegeriyan nav mal û milkên xwe.”

Her wiha Kalo diyar kir ku ji ber xebatên Meclisa Kantona Şehba, li kanton di gelek aliyan de geşepêdan çêbû û wiha pê de çû: “Ji ber van xebatn û sererastkirina binesaziyê li kantonê geşepêdan çêbû. Her wiha gelek projeyên biçûk hatin vekirin. Li gorî derfetan destek hat pêşkêşkirin. Ev jî zemînek ji bo vegera piraniya şêniyan ava kir.”

Li gorî Kalo, li ber van xebatên meclisê, hewldanên tunekirin û têkbirina wê hene da ku zihniyeta tarî dîsa li herêmê ferz bibe.

Di nav gotinên xwe de Kalo behsa kêmasiyên ku derketine kir û got: “Ji ber gefên domdar ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên xwarin û dorpêça ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser kantonê hatiye ferzkirin, em nikarin madeyên bingehîn derbasî kantonê bikin. Ji ber wê, ev rê nade ku şêniyên mayî vegerin warên xwe.”

'ARMANCA DEWLETA TIRK JI GEFÊN DOMDAR PÊKANÎNA BERJEWENDIYAN E'

Di vê dawiyê de gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Şehbayê zêde bûn bi taybet li ser bajarê Til Rifet. Di encamê de bi sedan welatî birîndar bûn û şehîd bûn.

Kalo ev li gotinên xwe zêde kir: “Gef û êrişên dewleta Tirk yek ji sedemên nearambûna herêmê ye. Propagandaya wê li ser çapemeniyê ku dê êrişî herêmê bike û êrişên wê heta vê kêliyê ranewestiyane. Rojane, bi rêya balafirên bêmirov ên biçek welatiyan dike hedef. Bi van êrişan hewl dide kantonê vala bike da ku bi hêsanî kontrol bike û projeya xwe ya osmanî û Mîsaqî Millî vejîne.”

Di dawiyê de Kalo got: “Di dîrokê de çawa osmaniyan di şerê Merc Dabiq de li hember Mamalîkan bi ser ketin, herêmê kontrol kirin û derbasî herêmên erebî bûn, niha jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide careke din dîrokê li vir dubare bike.”

(şx)

ANHA