Agir bi konê koçberan ket; 2 zarokên birayên hev jiyana xwe ji dest da

Li Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê agir bi konekî koçberan ket, di encamê de 2 zarokên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.

Agir bi konê koçberan ket; 2 zarokên birayên hev jiyana xwe ji dest da
7 tebax, 2022   07:18
HESEKÊ

Nûçegihana me ragihand ku şeva din li Kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê agir bi konekî koçberan ket, di encamê de zarokên bi navên Ebid Mehmûd Semo (6) û Zahir Mehmûd Semo (5) jiyana xwe ji dest da.

Beriya ku tîmên agirkujiyê bigihêjin cihê bûyerê û agir vemirînin, 5 konên derdorê jî şewitîn.

(dm)