Enrique Mora: Dibe ku di nava 72 saetan de bi Îranê re lihevkirinek çêbe

Berpirsê dan û standinan ê Yekitiya Ewropayê ku ji bo dosyaya nukleerî ya Îranê hatiye erkdarkirin Enrique Mora eşkere kir ku dibe di nava 72 saetên pêş de bi Tehranê re bigihêjin lihevkirinekê.

Enrique Mora: Dibe ku di nava 72 saetan de bi Îranê re lihevkirinek çêbe
6 tebax, 2022   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dawiya roja duyemîn a dan û standinên ji bo vejandina peymana nukleerî ya Îranê de, berpirsê dan û standinan ê Yekitiya Ewropayê (YE) ku bi dan û standinên dosyaya nukleerî ya Îranê erkdarkirî Enrique Mora, ji ‘Iran International’ re got: "Dibe ku di nava 72 saetên bê de, bi Tehranê re lihevkirinek çêbe, lê pêknehatina vê yekê nayê wateya bidawîbûna dan û standinan."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 3 welatên Ewropayê yên têkildarî peymana nukleerî ya Îranê, roja înê bang li Tehranê kir ku "daxwazên nerasyonal" di dan û standinan de pêşkêş neke.

Li gorî ajansa AFP`ê, berpirsekî payebilind ê YE’yê roja înê gotibû: “Der barê hin astengiyên mayî yên di dan û standinên Îran-DYA’yê de, pêşketin pêk hatin."