Operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Xezayê: 4 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di operasyoneke leşkerî de ku artêşa Îsraîlê dest pê kiriye de, 4 filistînî, di nav de fermandarekî Tevgera Cîhad Îslamî hatin kuştin.

Operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Xezayê: 4 kes hatin kuştin
5 tebax, 2022   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di topbarana artêşa Îsaîlê ya li Xezayê de 4 filistînî, di nav de fermandarekî Tevgera Cîhad Îslamî hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê bi navê "Fercir Sadiq" operasyoneke leşkerî li dijî Tevgera Cîhad Îslamî ya li Xezayê ragihand.

Tevgera Cîhad Îslamî kuştina fermandarê herêma bakur ya baskê leşkerî yê Tugeya Qudis Teyzîr El-Caberî li Xezayê piştrast kir.

Sekretêrê Giştî yê Tevgera Cîhad Îslamî Ziyad Nexale gefa bersivdayînê xwar.

Nexale got: "Di bersivadayîna kuştinê de li gel Tevgera Cîhad Îslamî xetên sor tune ne."

Tevgera Hemasê jî got: "Dijmin ê Îsraîl dest bi êrişê li dijî berxwedana li Xezayê kir û sûcekî nû kir. Li ser vê yekê divê berdêl bide û tevahî berpirsyariyên wê rake."