Şêniyên Til Rifetê: Em bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne

Şêniyên Til Rifetê: Li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, em şêniyên herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkmen bi vebijêrka berxwedanê ve ya di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de girêdayî ne.

Şêniyên Til Rifetê: Em bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne
5 tebax, 2022   13:51
ŞEHBA

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafireke bombekirî êrişî navenda bajarê Til Rifetê kir, di encamê de 9 welatî birîndar bûn, ji wan 6 zarok bûn. Rewşa zarokekî xirab bû û ew rakirin nexweşxanyeke Helebê.

Têkildarî mijarê Meclisa Navçeya Til Rifet daxuyaniyeke devkî da.

Bi dehan şênî, endamên Meclisa Navçeya Til Rifet û nûnerên partiyên siyasî li qada Şehîdên Komkujiya Til Rifet kom bûn û wêneyên şehîdên komkujiya li kantona Efrîn û Til Rifet pêk hat, rakirin.

Dewleta Tirk a dagirker 2`ê Kanûna 2019`an li Til Rifetê komkujiyek pêk anî, 10 welatî şehîd bûn ji wan 8 zarok bûn.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Mihemed Henan daxuyanî da û got: "Piştî êrişên li ser bajarê me Efrîn û komkujiyên dagirker ên li dijî zarok, jin û sivîlan, em koçberî kantona Şehba bûn, lê li vir jî êrişî me dike û komkujiyan pêk tîne. Di dirêjahiya 4 salên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî pêk anîn, ji wan komkujiya ku di encamê de 8 zarok û xityar tê de bûn qurban, piştre jî komkujiya Aqîbê ku malbatek ji 3 kesan bû qurban di nav de jî zarokek hebû. Her wiha li dijî Komîna 14`an jî komkujî pêk anî û di encamê de welatiyek ji koçberên Efrîn û du zarokên wê şehîd bûn. Beriya du hefteyan jî êrişî zeviyekî kir, 5 jin birîndar bûn û zarokek şehîd bû. Duh êvarî jî artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov kolana komkujî li dijî zarokan pêk anî, kir armanc 9 kes birîndar bûn ji wan 6 zarok in."

Mihemed Henan di domdarî got: "Dagirker û çeteyên wê hewl didin îradeya me lawaz bikin û me koçber bike, ji ber vê yekê bi top û moşekan êrişî me dike . Li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, em şêniyên herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkmen bi xeta vebijêrka berxwedanê ve ya di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de girêdayî ne.''

Endama rêveber a Kongra Star a Herêma Efrîn Elîf Şêx Mihemed bi zimanê erebî axivî, bêdengiya civata navneteweyî û Rûsya ya garantor a li hemberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar kir.

Elîf Şêx Mihemed anî ziman ku dagirker rasterast jinan dike hedef û wiha domand: "Dewleta Tirk dizane ku Şoreşa Rojava li ser esasê azadiya jinan hatiye avakirin, ji ber vê yekê dewleta Tirk rasterast wan dike hedef da ku berxwedana wan lawaz bike. Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin."

Di daxwiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Til Rifetê û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

(eh)

ANHA