Nûnera NY’yê Jeanine Plasschaert dê bi Sedr re bicive

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Plasschaert ji bo ku bi Muqteda Sedir re bicive, çû bajarê Necef ê Iraqê.

Nûnera NY’yê Jeanine Plasschaert dê bi Sedr re bicive
5 tebax, 2022   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Vê sibê nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Plasschaert çû parêzgeha Necefê ya Iraqê. Tê payîn Jeanine Plasschaert bi rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re bicive.

Muqteda Sedir banga hilbijartinên pêşwext û hilweşandina parlamentoya Iraqê kiribû ku ev serdan piştî wan bangan pêk tê.