​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bi yektiyê em dikarin tecrîdê bişkînin

​​​​​​​Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê bang kirin ku demildest rewşa tendirustiya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin û ji bo şikandina tecrîdê banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Bi yektiyê em dikarin tecrîdê bişkînin
5 tebax, 2022   00:42
KOBANÊ

Dewleta Tirk a faşîst tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne. Gelên Kurd li seranserî Kurdistanê û derveyî welat tecrîdê şermezar dikin û diyar dikin ku rêber Ocalan bi fikirê xwe azad e û tu hêz li ser erdê nikare gelan ji fikirê wî qut bikin.

'BI YEKITIYÊ EM DIKARIN TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'

Bavê gerîlayê HPG'ê yê şehîd, Şoreş Samûray, Xelîl Ehmed got: "Ev demeke dirêj e me tu agahî ji rêber Ocalan ne girtine. Ji dema ku desthilata dewleta Tirk a dagirker tecrîda fîzîkî ferz kiriye ve, me tu agahî ji rewşa tenduristî ya rêbertî yê di girtîgehê de nebihîstiye. Li ser vê yekê em bang dikin ku tavilê rewşa wî ya tenduristî were eşkerekirin."

Bavê Şehîd Şoreş Samûraygot, rêber Ocalan ronakbîrê serdemê ye, banga aştî û projeya biratiya gelan dike û wiha domand: "Em bang li rêxistinên ku îdiaya mirovahiyê dikin ku erkên xwe yên mirovî li hemberî rêberê me û ronkbîrê me bi cih bîne."

Xelîl Ehmed bang li gelê Kurd kir ku bibin yek û li hemberî dijminên xwe xwedî yek gotinê bin û got: "Bi yekitiyê em dikarin tecrîda li ser rêber Ocalan bişkînin."

Xelîl Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Îro bi ferzkirina tecrîda li ser rêbertî hewl didin me tune bikin. Dema rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bibe em ê azad bibin. Ev roj nêzîk e. Baweriya min bi gelên herêmê heye. Gelên herêmê yên li gorî fikirê rêbertî pêşengtiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Rojava dike, dikare li hemberî dagirkerên faşist rabe ser piyan û tecrîdê bişkîne. ''

'FELSFEYA AŞTIYÊ YA RÊBERTÎ, ÎDEOLOJIYA TIRK A LI SER SÛCDARIYÊ JI HOLÊ RAKIR'

Helîme Reşo, dayika gerîla Barîn û Baran Barîn û Botan Baran Barîn yên ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne got: "Rêber Ocalan xwedî felsefe û ramanê azad e, ev fikir li hemberî planên welatên faşîst ên ku li herêmê li berjewendiyên xwe digerin, bûye dîwarê asê. Ji ber vê yekê li hemberî tecîrda ku dewleta Tirk a faşîst ji salan ve li ser rêbertî ferz kiriye, bêdeng in."

Helîme Reşo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker xwedî îdeolojiya şovenîst e, her kesê ku hewl dide sînorên koletiyê bişkîne ji holê radike û ji ber vê yekê jî komkujiyên herî hovane li ser herêmê pêk tîne û yên li dijî vê îdeolojiyê ne ji aliyê wê ve tên hedefgirtin.

Dayika her sê şehîdan, Helîme Reşo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên fermandar û wiha got: "Dewleta Tirk  a dagirker dixwaze ku jin kole bimîne û esîra zihniyeta bavikslarî be. Dewleta dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Kurdistanê jinên fermandar dike hedef. Ji ber ku ev jin raman û felsefeya rêbertî belav dikin û parastina vê felsfeyê û xak û gelê xwe dike."

Di dawiya axaftina xwe de Helîme Reşo xwest ku demildest rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

ANHA