Dan û standinên nukleerî yên Îranê ji nû ve dest pê dikin

Aliyên têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê, piştî çend mehan dê îro li Viyanayê bicivin.

Dan û standinên nukleerî yên Îranê ji nû ve dest pê dikin
4 tebax, 2022   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji meha Adarê ve cara yekem e aliyên peymana nukleerî; Îran, Rûsya, Çîn, Fransa, Almanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi awayekî neyekser ji bo vejandina peymana nukleerî ya 2015`an, li hev dicivin.

Berpirsê dan û standinan ê îranî li ser Twitterê wiha got: "Ez ber bi paytexta Awisturyayê Viyanayê ve diçim da ku dan û standin bikim. Niha dora DYA'yê ye ku bi berpisyarî tev bigere.”

Dan û standin di bin çavdêriya koordînatorê Yekitiya Ewropayê (YE) Enrique Mora de tên kirin.

Îran û hêzên din ên peymanê ji bo vejandina peymanê di Nîsana 2021'an de li Viyanayê bi beşdariya neyekser a DYA'yê û hevkariya Yekitiya Ewropayê beşdarî dan û standinan bûbûn.

Tevî ku pêşketinên girîng di dan û standinan de çêbûn, lê di Adara borî de hatin rawestandin.

Tehran û Washington di dawiya meha Hezîranê de dan û standinên nerasterast li Dohayê kiribûn, lê bê encam bi dawî bûbûn.

(dm)